5. Radyoya ku heya ji stewra mêrdînê jî dihat guhdarkirin e. Li gor gotinên dê û bavê min, wê demê teyîbek kalê min yê philips hebûye. Kalê min jî nexweşê dengbêja bûye. Li gund teyîbê xwe datîne nava civatê, antêna teyîb li serê xanî diçikêne û têne dixe têketina teyîb. Paşê li ber teyîb rûdinê û hêdîka burxuyê teyîb badide heya frekansa radyoya êrîvanê zevt bike. Paşê dengê karapetê xaço yê tije xem û keder li nava jûra civatê de olan dide û her kes ji kêfa dike ku bifire. Tev bi heman awazî bang dikin " law ev teyîb bi kurmancî jî dibêje!?" belê wê demê kurdî qedexe bû. Hewandina pirtûk, nivîs, peyam an qasetên kurdî qedexe bûn. Tenê dikaribûn bi awayekî qorsan li radyoya êrîvanê guhdarî bikin. |
|
17.12.2020 22:05 |
tîrêj zana 21
![]() |