Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên tirşikê yên ku di twitterê de tirkî dinivîsin] de;

15. Divê li gor mijarê binivîsin. Yanê ger xitabet û banga wan dê ji kurdan re be û naveroka wê jî kurdan eleqedar bike, hingê divê bi kurdî be. Lê belê ger xîtabet li tirkan be û mijar jî ne meselea kurdan be, hingê kare bi çi zimanî bixwaze binivîse.

Hindik maye 2 salê hesabê min yê twitterê biqede û min ji hezarî bêhtir tweet avêtiyê lê yek carek jî ji kurdî şaş nebûme. Tu caran min bi tirkî nenivîsandiye. Carnan dibînim li tayma min tweetên tirkî zêde dibin, yekser lê dinehêrim bê kî wan rt dike û ji şopa wan derdikevim. Min go rt çikû yên bi tirkî dinivîsin jixwe naşopînim.


Lê belê carna feydeya nivîsandina bi tirkî heye. Mesela dema tagek danasînê an meseleyeke kurdan eleqedar dike bikeve rojevê, kurdên kurdperwer li gor hişmendiyek kurdistanî, bi tirkiyek zelal binivîsin gellek baş dibe.



14.01.2022 19:06 | tîrêj zana 21