Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilbixwîn dara] de;

15. Dilbixwîn Dara li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Li Helebê xwendiye. Sala 1990 çûye Almanyayê.

Ji sala 1987an ve dest bi karê rojnamevanî kiriye. Ji 1987-1989 serperiştiya kovara Torevan kir ku bi nihênî li bajarê Helebê derdiket. Li bajarê Bonnê edîtorê kovara Rewşen bû. Sala 1992 li bajarê Dusseldorfê serperiştiya beşê Kurmancî yê kovara Berxwedan dikir. Sala 1994an yek ji damezrênerên Enstîtûya Kurdî li Berlînê bû û rêveberê nivîsandinê yê kovara Lêkolîn li wê enstîtûyê bû.

Sala 1995 dest bi karê televizyonî kir û yekemîn bêjerê Kurmancî li yekemîn kanala asmanî ya Kurdî Med-TV bû ku roja 19ê Gulana 1995an dest bi weşana xwe kir.

Dara programên (Kursiyê Gel) û (Gelawêj) û çend programên din di wê kanalê de pêşkêş kirin. Piştî girtina wê bû pêşkêşkarê Medya TV.

Sala 2006an li kanala Tîşk li Parîsê bû amadekar û pêşkêşkarê programa (40 Deqîqe). Paşê jî di Kurdistan TV de programa (Ezmûn) amade û pêşkêş kir.

Di sala 2000 de rojnameya Avestayê çap û belav kir. Piştre bi awayê elektronî dirêjahî da weşandina wê.

Ji sala 2013an ve li Rûdawê kar dike. Berî destpêkirina weşana Rûdawê, beşdarî rahênana rahênerên Ewropî li Tora Medyayî ya Rûdawê bû.

Ji bilî bultena saet 7 ku taybet e bi Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, Dilbixwîn Dara tevî Şaho Emîn bultena Korojê jî pêşkêş dikir. Herwiha 85 xelekên programa (Du Alî) li ser mijarên Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kirin.

Sê pirtûkên wî yên çapkirî hene.



03.02.2020 22:24 ~22:27 | tîrêj zana 21