Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [em çima di tirşikê de binîvîsin] de;

24. Pirseke xweş e. Gelek bersivên wê hene û mirov kare bi saetan bibersivîne. Lê belê bersivên sereke mirov kare weha rêz bike.

-ji bo çavkaniyeke kurdî ava bibe. Di derbarê hemû tiştan de hama çi hat bîra we. Weke mînak kesek bixwaze şerê kobanî yê 7 sal berê lêkolîn bike, kare bi dilrehetî di tirşikê de lêkolîn bike. Lewra di tirşikê de roj bi roj di derbarê kobanî de agahî ji aliye nivîskarên cûda de hatine dayîn.

(bnr: kobanî)

- ji bo kurd devokên hev nas bikin. Di tirşikê gelek nivîskarên ji heremên cûda hene. Bi saya serê tirşikê kurd hevdû dinasin û devok nêzî hev dibin. Yekî ku di tirşikê de demekî aktîf binivîse û bixwîne, ez karim garantiya wî bidim ku dê kurdiya wî gelekî pêş bikeve.

- ji bo arşîveke kurdî ava bibe. Wekî tê zanîn em ne xwedî dewlet in. Saziyên me yê fermî jî tune ne. Ger piştî çend sala em meraq bkkin bê ka rewşa kurda ya niza kengî çawa bû, dezgeheke ku serî li arşîva wê bidin tune ye. Ha di vê xalê de tirşik erka arşîvbûyinê jî dibîne. Ji roja ava bûye (2013) û heya niha sal bi sal rewşa kurda dide guyakirin.

-ji bo nêvengek kurdî ava bibe. Wekî ku tê zanîn êdî dema li ser înternetê tê bihurandin, ji ya reel bêhtir bûye. Loma jî divê bo kurda cihekî ku kurdewarî dem lê bihurîne û bi temamî kirdî divê. Dîsa di vê xala girîng de tirşik dikeve vedorê û vê valahiya gewre tije dike. Tirşik hem cihekî ku mirov kare lêkolînan tê de bike û hem jî mirov kare weke medya sosyal fikr û nêrînên xwe parve bike.( di nav sînorên meşrû yê formatê de)

(bnr: formata tirşikê)

.
.
.
.



01.05.2021 16:11 | tîrêj zana 21