Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dêrika çiyayê mazî] de;

27. Navçeyek girêdayî mêrdîn e, ku di sêgoşeya mêrdîn, riha û amedê de ye. Bajarê ku axaftina me û ya wê wek hev e. Ji loma her çiqas min dêrikê nedîtibe jî dema navê wê dibihîsim hestên min bilind dibe. Bajarek kurdewarî ye û girêdayî çanda xwe ye. Bi devoka wê fesadî û paşgotin pir xweş e.





Bi rastî ji bela ku navçeya lê dijîm kozmopolît e, an me bajar guherandiye an ji ber ku bi kurdî mijûl dibim, ji axaftina mirovan memleketê wan bi hêsanî û rêjeyek bilind rast tê derdixim. Dema yek bi devoka xwe biaxive, ji bilî bajêr heya bi navçeya wan jî pê derdixim. Vêca bêyî dêrikê bibînim jî heya niha min gelek cara texmînên rast gotiye. Li mêrdîn bi 3 devokan tê axaftin. Yek jê ya dêrikî ye. Dêrik, şemrex û qismek stewrê yanê bakur-rojhilatê mêrdîn bi vê devokê diaxive. Yek jê qoser, nisêbîn, midyat û qismek jî şemrex e. Axaftina van navçeya jî torî ye. Yek jê jî derdora kerboran û cihên nêzî sînorê şernexê ye. Ev jî axaftina wan torî û botî tevlîhev e.



20.04.2021 01:44 | tîrêj zana 21