Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ûkrayna] de;

6. Dewleta ku niha ji ber tirsa rûsyayê ku bo egera dagirkirina wî welatî di teyaquzê de ye. Artêşa rûsyayê an go bi navê berê artêşa sor li ser sînorê rojhilat yê ûkraynayê hêzeke ciddî bicîh kiriye. Li bakurê ûkraynanyê jî muttefîkê rûsyayê belarûs, rê daye artêşa rûsî ku li ser axa wî dewletî ûkrayna ji bakur dorpêç bike. Hêjayî gotinê ye ku belarûs tenê 150 km dûrî paytexta ûkrayna kîevê ye. Ji ber vî çendî rûsyayê pergala parastina esmanî ya s400 li belarûs bi cîh kiriye. Herweha li kirimê jî ku dikeve başûrê ûkraynayê hêzeke artêşa bejahî û artêşa deryayî a rûsyayê lê meskûn e. Bi giştî ji sedî 60ê artêşa bejahî ya artêşa rûsî niha ûkraynayê dorpêç kiriye ku tê zanîn 3 milyon leşkerê rûsî heye û ev hejmara beşdarî dorpêça ûkraynayê bûye bi qasî hemû artêşa dewleta ûkraynayê heye. Bi ser halan de rûsya hêzeke mezin yê dinyê ye û artêşa wê bi gelek alavên leşkerî yê modern û teknolojiya pêşketî hatiye bihêzkirin. Ji 10 hezaran bêhtir tangên rûsî hene ku ev jî avantajek mezin e bo aliyê rûsî ku ji ber herdu dewlet cîranê hev in bi rehetî rûsya kare êrîşek bejahî bike û tangên xwe derbasî nav axa ûkraynayê bike.

Li aliyê din natoya ku ji neçarî ûkrayna pişta xwe pê germ dike û serî li hember rûsya natewîne jî daye xwuyakirin ku ger êrîşek ji alî rûsî pêk were dê alîkariya maddî bidin ûkraynayê. Herweha emerîkayê ji bo piştgirî û çavtirsandinê keştiya balafirî û keştiyên binavî derbasî behra reş kiribû. Îtalyayê jî bo piştgiriyê hezar leşkerê xwe şandibû polonyayê. Her weha emerîkayê da zanîn ku ger rûsya êrîşek bibe ser ûkraynanyê wê gelek cezayê aborî li ser bê sepandin. Wek tê zanîn ewropa bi gaza xwezayî ya rûsî xwe germ dike. Ev yek destê ewropayê jî yê rûsyayê jî neçar dike. Her dû alî jî bi hev girêdayî ne û nikarin vê yekê paşguh bikin. Herweha tirkî bi firotina baykar tb2 yan alîkariyek biçûk kiriye. Çikû li hember artêşa rûsî ev çek nikare bibe amûrek raber ku karibe bandorek li ser şer bike. Ji xwe ûkrayna û tirkî muttefîkê hev yê pişesaziya parastinê ne ku motora balafira bêmirov ya tb2 ji aliyê ûkrayna ve tê çêkirin. Li gor raportên rûsî ev balafir li semayên donbassê ya girêdayî ûkraynanyê ku dixwazin veqetin û beşdarî rûsyayê bibin, hatine dîtin. Wezareta derve ya rûsî acisiya xwe ya li hember van balafiran anî der.


Werhasil ku ger bi rastî jî pûtîn fermana dagirkirinê bide, wê şereke dijwar biqewime û ûkrayna wê nekaribe li hember vê hêzê li ber xwe bide. Lê ku êrîçek çê bû wê rûsya hemû ûkraynayê dagir neke, bes bajêrên rûsîaxiv wê dagir bike û li ûkraynaya mayî jî hikumeteke girêdayî xwe ava bike. Çikû ûkrayna beşdarî natoyê nebe.



16.02.2022 13:16 ~13:19 | tîrêj zana 21