Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên ji dibistana seretayî] de;

14. zarotîya min li wargeha mexmûr derbas bû. piştî 4-5 wargeh guhertin gelê ji herêmên botan-hekarî penaber bûyî 98'an de li wargeha mexmûr sekinîn. ev bîranîna min jî digihe dora salên 1999-2000, li pola duyem a dibistana seretayî ya dr. nûrî dêrsimî bûm.

weke tÊ zanîn zimanê perwerdeyê kurdÎ ye. navê mamosteyê me emirdirêj be, hecî ehmedê şirnexî ye. ji gundek şirnexê ye, dibe ku gabarî be jî. mamosteyên me piranî ji gundên goyan û botan bûn, piranîya wan zanîngeh nexwendibûn lê divê bêjim hemû jî mamosteyên zîrek bûn. bi taybetî hecî ehmed mamosteyek pir hêja, gelek sebrîn û zana bû, mirov di waneya wî de qet aciz nedibû, di tenefusan de xwendevan her li dora wî bûn, piçek agresîf bû lê dîsa jî dilê kesê nedihêlişt.

rojek ji rojan emê di waneya bîrkarî de. mamoste pirsek ya derxistinê nivîsî ser textê reş, go kî dê çareserke, li gel sê-çar hevalan min jî bi dudilî destê xwe rakir, mamoste hecî got were. çûm ber texte, tebeşîra spî destê min de li pirsê temaşe dikim. carna tebeşîrê dirêjî binê pirsê dikim hewl didim tiştek binivîsim lê hişê min vale ye, ezê çi nivîsim ji bilî xêzek tiştek ji destÊ min dernakeve. qedera du deqe wisan ez sekinîm, mamoste li rexa mina çepê ji jor ve li min dinêre, ez bêdeng im, her ku diçe hêzek min digivişîne, sor dibim. mamoste bi dengek tekûz ferman da, here cihê xwe! nizanim çawan çûm cihê xwe.

gelek ser re neçû, ber bi dawîya waneyê ve mamoste pirskir, kê hevdan (multiplication table) ji ber kirye? cihde min destê xwe bilind kir. gava çavên mamoste li çavên min ket, min go dÊ ji hêrsan tebeşîr bavêje li rûyê min de! got mane te niha çi nekir. min go bila mamoste, min ji ber kirye dizanim. got ka were, wateya wê ev bû: de tu hemyê j'ber nebêje ez zanim ezê çi j' te kim. wile çûm pêş texte, min berê xwe da hevalan, sekna xwe rast kir, li rexê rast û jor ve nêrîm, mamoste sînyal da, min jî bi dengek bilind despêkir:
du caran du: çar
du caran sê: şeş
du caran çar: heşt
...
...
deh caran heşt: heştê
deh caran neh: not
deh caran deh: sed.

dema min xelas kir berî hilmek kûr bistênim min berê xwe da mamoste hecî, çavên wî diçirisî, got çepikek xurt ji firat re lêdin. çi şanazîyek, çi bextewarîyek bû.

wekî bêt texmîn kirin şertên penaberî pir xirab bûn, wan salan tevahîya wargehê bêkar û xizan bûn. mamoste jî bêmiaş dixebitîn. tevî vê yekê, mamoste hecî ehmed lênûska xwe ya nîvî hatî nivîsîn û pênûsa xwe ya hibra wê ji nîvî kêmtir mayî diyarî min kir. xelata herî watedar ku heta niha min standî.



09.03.2020 18:52 | hespêsor