Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dara benê] de;

2. bena bilind. dema kesek gelek bêhal be nik me dibêjin "qey tu ji bena bilind ketî?". darek pîroz e li herêma me. nayê birîn. heger yek bibire xelk nifînan li wî dikin; tê bawer kirin dê ew belaya xwe bibîne. heger belayek bêt serê kesê dara benê birîyî teqez sebeb birîna benê ye.

ben gelek tê hez kirin. xemla wê pir xweşik e. ji dûr kifş e. qurmê wê stûr û rast, sera wê wek hatî şeh kirin û girêdan bi aheng gilover e. belçimên wê peyîza dereng pêşî zer paşê sor her ku diçe xemrî dibin û zû bi zû narizin.

mêw jî gelek hij benê dikin, ji ber ku behna wê xweş e. çandina benan zehmet e, dehan car hatiye tecrube kirin, gundîyên me şitlên benan çandine lê hişkbûne. ben li erdê nêzîkî benên dî, di xwezaya xwe de şîn dibe.



01.03.2020 02:05 | hespêsor