Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yılmaz güney] de;

37. mijara ku divê hin kes li pişt gotinên xwe bisekinin.

Yên muqayesekirin kirî bila bi gotina "her sê jî tirkî hilberandine " mijarê şêlo nekin. We muqayesekir û got ahmet kaya kurdtire, ji bo kurdan zêdetir xebat kirye. Ez jî dibêjim nexê, hûn şaşin.

Ji bo kesek xizmeta doza kurdistanê bike kurdî muhîm be jî ne tekane rê ye. Dikare bi yewnanî jî xizmeta doza kurdistanê bike. Heger tirkî û nav tirkan de bike ev hêjî biqîymettire. Gelek kes, hema bêje em hemû wisan difikirin ku ismail beşikçi ji bo kurdan gelek xebatên mezin kirye. Lê yek hevok kurdî nenivîsye. Ê çawan hûn xebata beşîkçî bo kurdan qebûl dikin, lê ya yilmaz guney qebûl nakin? Yekê gotîye ji bo çepgirî kirye, ji bo bîrdozîya xwe kirye. Ev hevale wisan difikire ku bîrdozîya komunîzmê aydî miletek dî ye, yanî hizir nake ku komunîstek kurd hebe. Heger kurdek di çarçoveya bîrdozî de bi zimanek biyanî behsa serxwebûna kurdistanê kir li gor vî hevalî ev xizmeta kurdan nake.

Min delîl nîşan da û hêjî dibêje delîl nîne. Wî got ahmet kaya kurdtire min got nexê tirkiyeyî ye, li ewrûpa digot em nahêlin tirkiye bê parçekirin, lê yilmaz guney digot em kurdistana serbixwe û yekgirtî dixwazin. Yilmaz jî qasî rêxistinên kurdan ên 70'yî, 80'yî mafê serxwebûna kurdistanê diparast. ev fikir jî têde ji ber fîlm û ramanên xwey şoreşgerî bedelên mezin daye. Dozgerek tirk kuştiye û tirşikvanê me dibêje ev meseleyek şexsî ye. Li tu dera dinê kuştina dozgeran wek mijarek şexsî nayê dîtin. Û vêca li tirkîya faşîst kuştina dozgerek nîjadperest ji alî şoreşgerek ve. Yilmaz guney li herderê bangaşeya serxwebûna kurdistanê kirye. ev ne xizmeteke bo gelê kurd?



11.05.2020 13:24 | hespêsor

33. derhênerek şoreşger e. Yek ji wan kesane ku teorî û kiryarên wî yekin. Li gor gotina xwe a demên tirkîyê dixwaze bibe şervanê şoreşa proleter, li gor axiftina xwey li parîsê dixwaze bibe zarokê kurdistana serbixwe û yekgirtî .

dibînim li vir bêyî xwe piçek biêşênin, çend tişt bixwênin hema bi awayek jixweber bi gotinên jiberkirî bi çend gotinan yilmaz guney ji kurdayetîyê bêpar nîşan dikin.

Ya yekemîn yılmaz güney ji tu alîyên siyasî ve bi ahmet kaya re nayê muqayesekirin. Jiberku di navbeyna wan de ji alî bîrûbawerîya siyasî, bîrdozî, ramanî û hişmendiya kurdistanî ferqek qasî çiyayê agirî bilind heye.

Gotina "piştî çûyîna ewrûpa evqas tûj bûye" bêbingehe. Yilmaz guney jixwe her tûj bû. Tu ferqa yilmaz û şoreşgerên nifşê 78 nebû, wî jî wek yên dî gotarên siyasî dinivîsî ú di hemûyan de qala têkbirina dewleta tirk dikir. Belkî stratejîya wî ne li gor stratejîya hêzên kurdistanî be lê wî hertim behsa şoreşa tirkiye-kurdistan dikir û haya wî ji rastîya kurdistanê hebû ku di gelek nivîsên berî çûyîna ewrûpa de mafê serxwebûna kurdistan , bêşert û merc qebûl dikir. (Çvk: yılmaz güney - siyasal yazılar s.135)

di fîlmên xwe de (aç kurtlar, yol, sürü ) jî bi awayek metaforîk behsa pirsgirêka netewî kirye. Guney, bi fîlmên xwe jixwe mêj ve, hê salên 70'yî de bûye egîdekî gelê kurd. Hin kesên payeya egîdî di berîka xwe de digerînin û belav dikin wî egîd nebînin çiye. Yilmaz guney ticarî kurdayetîya xwe înkar nekirye an jî jibîrnekirye ku li parîsê bêt bîra wî.

Em bên ser mesela ahmet kaya. Stranên wî yên xweş hene lê dema em li jiyana wî dinêrin bi uslub, awayê jiyanê û fikrên xwe mirovekî beredayî ye. Belê eynî wisan, mirovek bavsalar, entel, homofobîk û welatparêzek tirkiyeyî ye. Tu kûrahîyek fikrî pê re nîne. Li ser youtubê çend vîdyoyên wî yên demên rehet temaşe bikin hûnê jê bin şermê. Dema vîdyoyên wî seyr dikim dibêjim ne hunermendek qey zelamek 50 salî li qehweyeka semsûrê diaxive. Di bernameya show tv de methê mistefa kemal dike. Di wê şeva lînçê de jî, ne bi awayek serbilind, ne bi awayek jixwebawer behsa kurdayetîya xwe dike. Dibêje jiberku eslê min kurde ezê straneka kurdî çêbikim hûn jî piştevanîya min bikin. Belkî ev ji bo ahmet kaya gotinek mezin be lê ji bo gelê kurd gotinek ji rêzê ye. Û li ewrûpa jî nebûye kurdistanîyek, li wê derê jî behsa welatê xwe tirkîye dikir ku ji bêwelatî dicemidî.

tu mirovên xwenda, hinek bi mijarên bîrdozî ve mijûlbûyî vê muqayeseyê nakin, û encax kesek nezan bêje ahmet kaya ji yilmaz guney kurdtire nizanimçîktire.



11.05.2020 11:40 ~11:44 | hespêsor