Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wateya xewnan] de;

7. şivêndî bextiyar elî di sûretê zelamek 40 salî de mehvanê mala min bû. li derî neda, yekser min wî di salonê de didît. dibe ku sedemê vê ev be: min ji mêj ve pirtûka wî kirî bû, her li mala min a li gund bû. êvara perwaneyê dixwênim van rojan, gelek bi keyfa min e roman. Lewma min mereqa jiyana wî kir bû, gelo çi dike niha... vicê bextiyar elî li mala min a li stembol ser wê masa zer rûniştî bû. Bi sebeb ku pirtûkên kurdî zêde nayên firotin nivîskarên kurd hişê min de xwidan îmajek hejar in. bextiyar elî şorbeyek vedixwar ser masê. Min dipirsî tu birçî ji te re xwarin çêkim, nizanim çi got lê min dest bi çêkirna xwarinê dikir.



27.03.2020 15:27 | hespêsor