Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwedê] de;

41. her tiştî cînavk heye û cînavkê xwedayê misilmanan wî ye. Misilman dibêjin xwedê(yê) alemê, rebê jorî. Êzidî dibêjin yezdanê dilovan. di hemî olên îbrahîmî de xwêdê nêr e. Îsa kurê xwedê ye. di hin civakên panteîst de xweda û xwedawend hene, di hinan de tenê xwedawend heye. nav kurdan de yeqîn nakim kesek hebe zarokatîya xwe de xwedê wek pîremêrek pordirêj, zelamek an jî cenawerek tirsnak xeyal nekirbe. sebebê vê jî ew e ku xwedê li gor hişmendîya mêrên bavsalar hatiye afirandin û ol jî li gor daxwaz, berjewendî û fantazîyên mêran bûye amûra desthilatdarîya civakî.



04.04.2020 18:59 ~19:01 | hespêsor

30. (bnr: 404 not found)

tu delîlên hebûna wî nîne. tişta nîne nayê îspat kirin, lewma nîqaşa hebûn û nebûna xwidê bi rêbazên teolojîk dûrî mantiq e. lê em dikarin bi awayek sosyolojîk, zanistî îdîayên olan nîqaş bikin. dema mirov li pey şopa dînên îbrahîmî diçe digihe mîtolojîya sumeran, zanînên wê serdemê yên ilmî û civakî. bo mînak mîta adem û hewa di mîtolojîya sumer de heye, ravekirina gerdûnê piştî tofanek dîsa bawerîyek sumerane. tewrat û incîl û quran li gelek ayetan de mijarên siyasî, deshilatdarî û heta eşîrî nîqaş dikin. bi taybetî ayetên quranê ji bo bersivdayîna konjonkturê, li gor serencama mihemed "hatine xwar". Derketina pêxemberan ji herêmek sînordar, hema bêje ji silaleyek, tunebûna pêxemberên jin, nakokîyên bêhejmar û zanînên xelet... ev mînakên jor destnîşan dike ku ol tiştek kulturî ye, sosyolojîk e. pêşengên bawermendîya her herêmê li gor şert û mercên erdnîgarî, zanîn û bawerîyên wê demê bawerîyên nû, olên nû afirandine. Xwedayê ewil mirov bû. Niha jî mirov xwedê dide jiyîn. Ji bo mirov beşerîbûna olan fehm bike bi çavek objektîv xwendina çend rûpelên pirtûkên wan bese. Tu xwedayê gewre tehdîd li mirovên biçûk nake, sond naxwe, ewqas methê xwe nake.

Qudreta xwidê û ehlaq divê were nîqaş kirin. Ku xweda hebe û mutlaq qenç be wê demê ev tê wê wateyê ku qudreta wî têre nake şeytan û xirabîyan têk bibe. Na heger xwida qudretek mutlaq be û dihêle her xirabî bêt serê evdên wî, wê demê ew xwidayek xirabe.



03.04.2020 15:59 ~16:02 | hespêsor