Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îmtihana tirşikvanên mêr bi jinên jîr, femînîst û nizamçik nizamçik re] de;

10. sermijara eve 328 care têt ber difna min. texmîn dikim mijarên berê çawalêhato tên pêşya nivîskar û mehvanan. Lê çend mijar hene zêdetir xuya dikin. madem evqas xwe nîşan min da ka ez ser vê mijarê jî tiştek bêjim. a rastî ser her mijarê dikarim tiştek bêjim lê naxwazim ferhengê domîne bikim.

mebesta mijarvekerê ji îmtihanê çiye? Têkilî, li himber jinek jîr hişkut bûn, li ser gotin û tevgerên bavsalarî tûşî xezeba femînîstek çavsor hatin, çiye? Dengek hat ber guhê min got, hemî.

ew îmtihane ku her zelam tê de maye. divê li xwe mikûr bêm zewqek mezin ji sihbetên li gel jinên jîr seh dikim. sê caran li sê cihên cuda sê jinên jîr li ser sê mijarên teorîk qaşo ez serwextê wan bûm, dersên dijwar dan min û dema ez çûm mal min ew mijar ji serî ve xwend *



03.04.2020 22:19 ~22:21 | hespêsor