Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hinara dawî ya dinyayê] de;

13. Nivîskar di vê romanê de li cih û wextek ji dervey cîhan û zeman binavê "hinara dawî ya dinyayê" rûniştîye û ji jor de temaşeya erd dike. Ser wê lûtkeyê erd û ezman, dewr û zeman, deşt û çiya, hemû bendûbeşer wek bîranîn, wek bûyer, wek xewn, wek xeyal xuyan dibin, diçirisin, ditemirin. Ew jî dîtinên xwe ji hinarê re vedibêje.

Roman bi êsîrî despêdike, bi lêgerînê ango serbestîyek nediyar dawî dibe. Ev ne serhatîya serlehengê romanê tinê ye, civak jî di heman rewşê de ye. Muzafferê Subhdem di serdemê bindestîya gelê Kurd de dikeve hefsê, piştî ji zindanê rizgar dibe xwe di zindanek dî de dibîne. Zindana qesrîn, dor daristan nebatên rengîn, dengên xweş tên lê dîsa her zindane. Nivîskar bi vê rizgarbûna şiklî destnîşanî veguherîna civakê dike. Gelê Kurd piştî dehan salên bindestîyê şoreş pêkanîye, rizgar bûye lê di rastîya xwe de tinê serdest hatine guhertin, ji girseyan re di jiyana civakî de tiştek ronî, tiştek cihê serbilindîyê nîne. Milet xizane, li kolanan cihê şirteyên ereb polîsên kurd girtine, êrîşî zarok û gêncan dikin, wan dikujin. Li vî welatê rizgarbûyî kes ji kesî hez nake, qîma mirovan bi hev nayê. Kîn welatî rêvedibe. Wekî di hemî mînakên şoreşên netewî de hatî dîtin şoreşa kurdan jî ji bêhêvîtî û belengazîyê pêvetir tiştek ne anîye. Serkirdeyên hikûmeta kurd soz û peyman û armanc û hêvîyên şoreşê ku bi deh salan bû didan gelê hejar, şevekê de jibîrkirine dest ji kedûkarên dinê berdane ji vê şahîyê diçin a dî. Dewlemendîyên welat navbeyna xwe de parvekirine, hêj jî têrnebûne û li ser parçeyek erdê bêweç şerê hev dikin, ciwanên vî gelê ji şer westayî bi hev didin şerjêkirin!

Rûdanên nivîskar di pêvajoyek dûdirêj de ji jor de dibînin evin, ew wek şahîyek, serbilindî û rizgarîyek behsa şoreşê nake. Şoreş veguherîye dirindeyekî zarokên xwe sax didawêre. Di bergeha wî de di bin ewrên tarî de bêmeferî, sarbûn û biyanîbûna ji mirovan, daxwaza dûrketina ji bajaran heye. Lew lehengên wî berê xwe didin bejahîyê, ber wî ve tên bin hinara dawî ya dinyayê.

Mirovên ji civakê hêvîya xwe birrîn hewl didin di hundirê xwe de starek çêbikin. Rêwîtîyek giyanî dikin. Di xwe de kûr dibin. Xwişkên spî stranan distrin, ji mirovan dûr dikevin, yeke dî xwe li meyperestîyê girê dide, Muzaffer dide pey Seryasan...

Roman rewşa civakê, berberîyên çînî bi rasteqînîyek wisan vedibêje ku wek tava tîrmehê disincirîne wek qeşaya nizaran dicemidîne. Nivîskar di hûrbûnê de baldar e û hostayê derbirîna bûnewerî û derûnîya lehengane. Dilê mirov bi serhatîyên lehengan dişewitîne. Yek bi yek sempatîyek an jî nefretek di navbera xwendevan û lehengan de diafirîne. Gelek sehneyên dilsoj hene, lê belkî jiber pingirîna hestan ez ber bi dawîyê ve kelogirî bûm. Gava Stêrka Reş bi awirên bendewar ji Muzafferê Subhdem xwest wî bi xwe re bibe.

Tevnsazîya romanê pir xweşe, tama romanên gerdûnî jê tê. Mirov hêza vegotina nivîskar hîs dike. Li ti rûpelê ji serhatîyê aciz nebûm. Ew tevlîhevîya hest û bûyeran ku herku diçe vedinizile, digihe wateyekê dike xwendevan bimeraq bixwîne. Lê di teswîran de carna nivîskar lewaz dikeve. Xwe li teralî girêdide. Carna rewşekê bi peyvan nexş nake, hêmaya wê derdor an bûyerê bi gotinan zindî nake, rengdêrekî lêdixe û derbas dibe. Ev rêyek hêsane. Nivîskar zêde zêde peyva sosret bikartîne. Hema bêje her rewşê bi sosretî pênase nake. Ev awayê vegotinê xwendevan ji xwendinê sardike lê dîsa tevnsazî û hevoksazî ewqas xurte mirov dikare van strîyan nebîne. Jiberku ev roman daristaneke, çiyayeke, deryayeke. Yanî di wêneyê giştî de dîmenek pir xweşike, lê dibe ku hin tiştên biçûk ne bi dilê mirov hebin.

Ez du gotinan ser wergerê jî bikim:
Bi giştî wergerek xweş bû, jixwe piştî me evqas methê romanê kir ne pêkane em bêjin werger xirab bû. Ez ji kû dizanim wergerek xweşe? Ji romana heman nivîskarî, Êvara Perwaneyê. Wergêr hetka romanê biribû, nedihat xwendin. Lê heman wergêr vê romanê wek avekê wergerandîye, di qurtekê de tê vexwartin. Belam! Wergêr hêj jî ne ser kurmancî re negihaye. Gelek gotin li gor mantiqê soranî hatine wergerandin. Hevoksazîya soranî li kurmancî hatîye siwarkirin. Bo mînak: jibo çêkirina tiştekî di soranî de "durist kirdin" pir tê gotin. Wergêr vê gotinê eynî wisan kirîye malê kurmancî, nabe. Em di kurmancî de zarok durist nakin, çêdikin. Derman durist nakin, çêdikin peyda dikin.

Tevî dubarekirina hin peyvan ji romanê re 100 pûan, ji wergerê re 80



19.01.2021 13:39 ~14:14 | hespêsor