Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hêja netirk] de;

2. WEK navê xwe ye. zîreke, jêhatî ye, şîrîne. vîdeoyên wê kreatîf in, qabîlîyeta wê ya lîstikvanîyÊ heye, dikare hÊ jî lê zêdebike. lîstikvanî, stranbêjî, wergêrî dike ser de jî fenomena medya civakî ye. fenomenî jî têra xwe wext û hewldan dixwaze. ango hêja ger wiha berdewam bike belkî di warek hunerî de nekare bibe hoste. helbet bi keyfa xwe ye lê heger bixwaze naverok, tarz û enstrumentala muzîka xwe xurt bike, divê perspektîfa xwe biguherîne. tevî niha li almanya dijî bi muzîkjenên tirk/iyeyî re albûma xwe derxistiye. nizanim derfetên wê yên aborî hene an na lê heger derfet hebe û hêjî bi tirkan re dixebite xirabîyek mezin li xwe dike. divÊ teqez bi muzîkjenên ewrûpî re bixebite. wê hingê bibîne ka muzîka hêja çawan tê çêkirin. belkî di vê mijarê de pirsa xwe ji ciwan haco û abbas ahmed bike dê pêşniyarên xweş werbigre.



18.04.2020 19:49 | hespêsor