Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [êrîşa kullîyan] de;

4. ji şirnex dema mirov berê xwe dide başûr çiyayê cudî dibîne. wisan pêl bi pêl seranserê dîmen girtye, ber bi rojhilat ve, ber zagrosan ve dirêj dibe. piştî du-sê çayan dema mirov stûyê xwe ber başûr-rojava ve dizivirîne gelîyek berfireh dibîne ku ji qontara bajêr despê dike, li dêrgulê dibe deşt, di menzîla çav de wisan kûr û dirêj diçe dawîya wê di astenga qesirga nava gêlî de nav morana çiyan de gewr û rengêvar dibe. paşê dema mirov bala xwe dide rojava çiyayê gabar dibîne ku di dîroka fî de zinarên çiyê ji ber êrîşa kulîyan spî bûne.



14.03.2020 08:07 | hespêsor