Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [satranç] de;

1. leystoka navbera du kesan de li ser paçek ji 64 çargoşeyên reş û spî pêkhatî tê leystin. 32 berên satrancê hene ku ew jî reş û spî ne, her leystikvan 16 ber heye. ji 16 beran 8 jê pîyonin ku ew leşkerên bêpaye ne, gavek diavêjin, tenê di despêkê de dikarin bi du gavan biçin mirnê, rast diçin çep dixwin, vegera wan nîne. du jê hesp in, ew li ser zemîn wek l'ya mezin tevdigerin, 2 jê fîl in ew çeprast diçin, du jê kelhin ew bewrar (rast) diçin, bi qewlê şerqîyan wezîr, bi qewlê xerbîyan queenek heye, ew ku ve bixwaze kes nikare bêje te xêre? di meydana şer de li xortek digere bikare li çavên wê meyzeke. şahek an jî qralek heye. ew jî wek gelek serokan ji ber qûna xwey mezin nikare zêde tevbigere, tenê gavek diavêje. armanca her dû leystikvanan kuştina qralê himber e. heçî qral mat kir, ew serket!



14.03.2020 22:11 | hespêsor