Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dinya pehn e] de;

19. Ev mijar wek şutka şeytên dirêj bû. Hêjgu xelkê biyanî kurdî nizanin ku bibînin kesên ji her tiştî bawer dikin hene nêv me de. Nav hemî miletan de kesên nezan zehf in, lê ji ber ku kesên kurdînûs xwe bi xwe perwerde bûne, hema bêje tevahiya wan hay ji serdema me û rastîyên dinyayê heye lewra ez li hêvî me van zanînên bingehîn ên seretayî bizanin. Helbet divê ji zanînên jiberkerî şik bikin û tiştên ji dervey dibistanê jî bixwênin lê ne bi vî awayî biçin guh bidin tiştên beredayî. Ew mîkrofona zer heye, pirs ji tirkan dikir ku gelo mars dûrtire an hindîstan, hemyan digot helbet hindîstan. Em ji dilreş û gumgumok bipirsin dê bêjin mars jî derewek nasa ye :D

Min serî de guh neda dilreş, niha jî qîmet nadim gotinên wî lê dibînim gelek ber wê teşbîha min ketye. Ya rastî min ne ji bo heqaret tenê bo şibandinê got. Ji ber ku em ji dewaran hêvî nakin xweyî zanînek hêja bin, lê ji mirovan bendewar in. Wa niye? Gotinek klîşe ye lê ez pitir ketim xema dewaran min jî wek ezop di hevokek ser nezanî de wan reziland. hij dewaran dikim, di sekna keran de kerametek dibînim, dewarên me hebûn, hêstirên îranî ewên gir û bihêz.

Ji ber ku naxwazim zêdetir wextê xwe, bi hewldana peyitandina mijarek jixwe hatî peyitandin, bimezêxim ezê çend bersiv bidim wan paranoyakên dişibin endamên akpê. çi eleqe? nizanim ew hatin bîra min.

mijara giloverîya dinê pêşya zayîna îsa li yewnana entîke bûye mijara nîqaşê û pîsagor û arîstoteles ser vê meselê çend tişt gotine, hypatia jî ji ber ku giloverî û gera cîhanê li dora rojê îdîa kirye li aleksandria misrê ji alî oldaran ve hatibû kuştin. galileo galilei jî giloveriya gerstêrka şîn li gor tevgerên stêrk û gerstêrkan îspat dike û tûşî xezeba engizisyonê tê. macellan jî carek li dora dinê digere û de-facto îspat dike. heger dilreş îmkan hebe bila piştî dinya ji korona paqij bû biçe çînê, ji çînê jî ser oqyanûsa mezin re here california, ji wir teyare dîrekt tên stembol, bila ji stembol jî xwe bavêje otobusekê vegere gova xwe. an na pir meraq dike bila biçe antartîka li dawîya dinê selfîyek bikêşe û pehnbûna dinê îspat bike *

di heman merîdyenên li ser paralelên cuda de heyîna ferqa seetên rojê, şeveq û hingorî yek ji îspatên şeklê geoîd ê cîhanê ye. heger dinya ripûrast ba dê roj heman demê de li mêrdîn û pekîn deriketiban. cudahiya kêşehêzê li oslo û nijerya ne wek heve, ev jî ji ber geoîdbûna dinê ye.



30.03.2020 18:02 | hespêsor

2. dinya pehna, şorba nîskê rehna, meqla hêgi miştî dehna, avek bêne min tehna, parmufa te xweşa eva çi behna.



29.03.2020 02:36 | hespêsor