Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mafê teralî] de;

1. pirtûka paul lafargue ye ku ew marksîstek fransî ye heman demê de zavayê karl marx e. Pirtûk 50 rûpel e lê ji hêla çawanîya wêjeyî û fikrî ve têr û tejî ye. Zimanê pirtûkê jî xurt, bicoş û poetîk e. Sernavê pirtûkê hêmayek oblomovîk tîne bîra mirov lê nivîskar ne teralîya bêsînor "mafê wextên vale", rojê sê seet kar diparêze; behsa avantaj, pêwîstî û feydeyên wextên vale dike. Xebata zêde û pîrozkirina kar ji hêla ol û civakan ve bi tundî rexne dike.

xebitîna bêeman ji bo debarê mirovan dike xulam û xadim, ev koletî jî geşedana çandî, hunerî, ramanî hêdî dike. Eliot dibêje wextê vale bingeha çandê ava dike

ji pirtûkê çend pasaj:

- ji bilî hezkirin, noşîn û teralî
em teralî bikin her tiştê de. - lessing

- çend xwelîserîya takekesî û civakî ji arezûya xebatê peyda bûye.

- çîna karkeran bi şidandina şutka xwe, zigê burjuvayên xwidan çarenivîsa mezaxtina zêde, hingê tu bêjî mezin dike.

- fîlozofên serdema kevnar, li ser bingeha ramanan nîqaş dikirin, lê dilê hemyan ji xebatê reş dibû.

- Ey teralî, dilkovan be li xwelîserîya me ya demdirêj! Ey teralîya dayîka huneran û şanazîyên bilind, bibe milhema gumanên mirov!



31.03.2020 20:22 | hespêsor