Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li başûrê kurdistan bikaranîna alfabeya latînî] de;

1. mijara bi heneka yekê nîsanê ya malpera diyarname dilxwazîya kurdên bakûr nîşan dayî û rê li ber hin nîqaşan vekirî ye. abdullah keskin bi çend twîtan gotye; 10hezar xwendevanên bakûr ji 6 milyon başûrî dixwazin alfabeya xwe biguherînin, derbasî latînî bibin. heçî guh bide evdila keskîn dê bêje başûrî hemî xwendevan in. li gor evdila keskîn kurdên bakûr yên behsa wan bê Kirin, dilxwazîyên wan bên nirxandin 10hezar kes in, lê ji ber ku ev hejmar li ber 6 milyon ne tutişt e, daxwaza bakûrîyan ne bi mantiqe. Heger xwendevanên kurdîzan lê tirkî dixwînin ji xwendevanên kurd neyên hesabkirin nexwe weşanxaneya avesta ku pirtûkên tirkî jî çap dike di vê mijarê de ne nûnerek ewqas cihê qîmê ye. mantiqa evdila keskîn me tîne vir. Lê mijar ne hejmar e, evdila keskîn mijarek netewî, zimanzanî, dîrokî, civakî di nav tixûbên hejmaran de difetisîne. Ger mirov bazirgan be her tiştê wisan li gor hejmaran dinirxîne.

ji bo yekitîya netewî alfabeyek hevpar şert e! Evdila keskîn ji bakûrîyan dipirse: başe hûnê alfabeya erebî bikarbînin? Çima em bikarbînin? Qey me aqlê xwe bi nan û penîr xwarye! Alfabeya latînî alfabeya cîhanê ye. dema çînî, japonî, rûs û ereb karên global dikin alfabeya latînî bikartînin. cara ewil ereb şemo sala 1929'an de alfabeya kurdî ku ji 39 tîpan pêkdihat bi tîpên latînî afirand. Paşê celadet bedirxan alfabeya em îro bikartînîn çêkir. Yekî alfabeya kîrîl bikardianî, yê dî ya erebî. Çima herdû xebatkarên zimanê kurdî pêwîstî dîtin alfabeya kurdî bi tîpên latîn çêbikin? Ji ber ku em netewek hindewropî ne, latînî pitir li gor kurdî ye.

dema wergerên ji soranî bo kurmancî dixwênim dibînim soranî çawan tesîr li wergerê kirye. Li başûr tenê soran jî nînin. ji sê paran parek behdînî ne, yanî kurmanc in. Kurmancek xwenda bi rihetî dikare pirtûkên behdînîyan fehm bike lê ji ber ku alfabe erebî ye îro li bakûr pirtûkên ji başûr bêyî werger nehatine xwendin. ji bo têkelbûn û nêzîkbûna zaravayan danûstandinên xurt pêwîst e. Ev jî bi wergeran, xebat û sazîyên hevpar pêkan e. Bê alfabeya hevpar ji xeynî wergêran kes soranî naxwîne. wek evdila keskîn jî diyar kirî gelê başûr piranîya wan alfabeya latînî dizanin. Ê problem çiye, çima Evdila keskîn bi tundî li dijî bikaranîna alfabeya latînî derdikeve?

alfabe ji bo yekitîyê, netewebûnê, serxwebûnê alfa-be ye!



02.04.2020 15:22 ~16:00 | hespêsor