Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rûlet] de;

1. rûlet (roulette) leystikek qumarê ye, navê wê ji fransî tê; tekerê biçûk. li ser masa rûletê di rengên sor û reş de ji 1 heta 36ê hejmar hene, hejmara 0 keske. leystikvan dikarin qumar dênin ser hejmaran, rengan, kit û cotan, xet û beş û parçeyan. piştî qumar hat danîn krupiyer çerxa rûletê dizivirîne, goka biçûk spî bo demekê her dizivire, paşê li ser hejmarek rengîn disekine û ew hejmar 36 qatê xwe dide qezenç kirin.

leystikek xweşe lê divê mirov xwe jê dûr bike, lê welew ku leyst jî divê qontrola xwe ji dest nede. wek her leystikê têkçûn pêkane, şansê serkeftinê jî heye. lê divê demên bidestxistinê de jî, demên xwisaretê de jî mirov bizane kengê ji masê rabe. tevî ku li ser vê leystikê gelek tecrube, zanîn û rêbaz hatine parvekirin jî ez gelek jê bawer nakim. vê leystikê de çend faktorên diyarker hene; çerxa rûletê bi awayek çawalêhato diherike, îstatîstîk zêde ne muhîme, şansê her hejmarê di her zivirînê de 1/37 e, di vebijarkên dîtir de şans hêj zêdetire, divê leystikvan bikare şîrove bike û ya herî girîng li ser hemdê xwe be û bi keyfxweşî bileyze, an na wê aqûbeta wê/wî bibe wek ya pîrejina di romana dostoyevskî de.



01.06.2020 23:15 ~23:18 | hespêsor