Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hermes] de;

2. Berî 5 hezar salan li misrê Cildirûyek (terzî) bû. Misrî jê re dibêjin hermes tut, (bnr: yewnanî) dibêjin ermîs, trîsmegîste, (bnr: cihû) dibêjin honok, bi (bnr: erebî) jî navê wî hermes-ul-heramîse ye. li gor (bnr: quran)ê ew pêxemberê sêyemîn (bnr: idrîs) e ku piştî (bnr: adem) û (bnr: şît) hatye.

Di qisas-ul enbiya de wiha behsa wî hatye kirin:
Piştî hz. şît pêxemberi ji idrîs as. re hat. Ji wî re jî tenê 30 rûpel hate xwarê. Mirovê cara ewil bi pênûsê nivîsî û kiras dirûtîye ew e. Berî wî mirovan kevilê heywanan li xwe dikirin. Efsûna ezmanan ji idrîs re vebû. Paşê (bnr: xwedê) hêj ew sax hilkêşa ezman. Piştî idrîs vekêşa ezman mirov ji rêya rast derketin, peykeran hebandin.

Lê li gorî çavkaniyên yewnanî 42 berhemên wî hebûn. Bes evane winda bûne û bi rêya xwendevanên wî ramanên wî gihiştine roja me ku ew raman ronahî daye hemû pêlên ramanan.
Hermes dibêje mirov xwedayên bimirin, xweda mirovên nemir in .
gerdûnê wiha rave dike:
Di binê valahîya mezin de cihê mirinê cîhan heye, li herî jor jî cihê nemirinê stêrka keywan (zuhal/saturn) heye. Tevahîya sirra aqlê gerdûnê di stêrka keywanê de ye, qata heftê û ya dawî ye, li wir mirov dibe nemir.



18.11.2020 18:59 | hespêsor