Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mahsun kırmızıgül] de;

23. Mirovek di navberê de mayî ye. Ji ber mêtîngehkarî û asîmîlasyona ser kurdan gelek kurd di navebeyna kurdbûn û tirkbûnê de li cihek ecêb mane. Ne dikarin bibin tirk, ne dibin kurd; naxwazin dest ji populerî w derfetên tirkiyeyî berdin, lê nikarin xwe bi temamî ji rastîyên xwe dûrbêxin jî. asta zanîn û qabîlîyetên wan çend be, çi hunermend çi karker be, evên wiha di jiyanê de rastî bertekên dişibin hev tên.

Di van demê dawî de carna nihat doğan, mahsun kırmızıgül twîtên bên çepikkirin davêjin. Erê herkes mêjûya wan dizane, lê heger em her gavê xeletîyên wan, rûreşîyên wan li rûyê wan nedin emê wan ji bo karên baştir motîve bikin.

Jiyana mahsun kırmızıgül serî heta binî ne manzûmeya xirabîyane. Li gor min tarza muzîka wî arabesk û lumpen e, tu feydeyek ji doza kurdistanê re nîne, berevajî vê gelek tehrîbat jî li ser guhdaran kiriye, lê dîsa jî heger mirov bixwazin biguherin, karên baş bikin divê hinekî tehemûla me ji wan re hebe. Divê em kurdistanî bikaribin kurdên xirabî li me kirîn jî nêzîkî xwe bikin.

Di mijara ahmet kaya de jî tê dîtin ku bi kotekî bûye qurbanîyê provokasyonên tirkan. Her çi be divê lêborîna xwe ji malbata ahmet kaya û gelê kurd bixwaze. Lê ahmet kaya jî xeletîyên neyên qebûlkirin kirye, di televizyonek tirkan de, bê provokasyon, bê zext, bi awayek rehet methê mistefa kemal kirye. Gelo kîjan qusurek mezintire? Ahmet kaya jî tirkiyeyî bû û muzîka wî de jî arabeskek çep hebû û xizmeta tirkiyeyîbûnê dikir. Lê îro ahmet kaya taca zêrîn e, çawan nîjadperestên tirk mahsun kırmızıgül biçûk dibînin kurdên me jî wî lînç dikin.



09.05.2020 11:20 | hespêsor