Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [shichinin no samurai] de;

6. şaheserek ji girgireyek sînemayê. (bnr: akira kurosawa)




ewil fîlmê japonî, duyemîn fîlmê akîra kurosawa, duyemîn fîlmê samûrayan e min berî seetek seyr kir. filmek dî (bnr: dersu uzala) yê derhêner min seyr kir bû lê ew sovyetîk e, min samûrayê dawî seyr kir bû, ew jî fîlmek hollywood e.

di sedsala 16'emîn de tu halê cotkarên japon nîne. ji ber şerên navxweyî hikmê qanûnê nemaye, komên talanker êrîşî gundan dikin, diçin talanên wan. ya rastî di wan heyaman de hema bêje li her derê cîhanê çînên bindest an bin nîrê bacên mîrektî w dewletan de an jî ji ber valahîya otorîteyê bin zilma korsanan, rêgir û talankeran de diperçiqin. dema hêj serî de min fehm kir mijara fîlm belengazîya cotkaran e ku dixwazin xwe ji talankeran biparêzin; min got xwezî derheqê dîroka kurdistan de min zêdetir zanîn hevan. ji ber ku dizanim heta despêka sedsala 20'emîn talankerîya navbeyna eşîran de di aborî û rêxistina civakê de xweyî rolek girîng e, lê nizanim gelo mînakên wek vî filmî hene an na. bi îhtîmal divê hebin. heger mirov fîlmek de xwe bibîne zêdetir keyfxweş dibe. jixwe ji vî alî ve fîlm xwe ji egzotîzma sedsala 16'an xelas kirye hatye bûye pirsgirêkek îroyîn. serkeftina fîlm yek jî ev e, bûyerek lokal û kevnî veguheztîye mijarek rojane û zindî. lê heger min bûyerek nêzîkî vî fîlmî ji dîroka gelê xwe zanîvan keyfa fîlm dayî min dê muhteşem van.

ez benîştî sêrî, em bên ser fîlm... wek li jor min diyarkirî pêşya du-sê salan min last samurai temaşe kir bû, lewma li hêvî bûm 7 samûray bikevin pey 40 talankeran û fîlê zer berdin kuzê... hêdî! raweste! ha aha, akira kurosawa jî vê dibêje mirov. ka bise çi ecela te heye? hêdî hêdî serpêhatîya xwe dibe serî. di dîmenên şer de rastîyek pir ji rêzê heye. leystikvan wisan şûrê xwe bi amatorî dihejînin, ewqas jî nabe. lê derhêner bi vê qenç û xweş kirye, tu çelengîya mîlîtarîzmê nîne ku nifşên nû xwe wekî samurayek an jî leşkerek xeyal bikin. heta samûrayên jêhatî pir bi hêsanî dide kuştin ku ev jî rastîyek şer e, serleşker jî wek leşkerên bêpaye ji nişka ve, hema wisan tên kuştin.
(tabî ev nêrîn ji bo gelên bindest ne lê ye, heta rizgarîya netewî divê şer û lehengên gel bên pesnandin)

di pêkvexistina çîrokê û leystikvanî de fîlm serkeftî ye. cihê dixwaze mirov bikenîne, dikenîne; cihê dixwaze hestiyar bike, dike. diyalogên aqilmendan jî têra xwe hene. derhêner dîmenên xwezayî xweş li rewş û tevgerên mirovan anîye. lerizîna simbilan li gel muzîkê, paldana evîndaran ser beybûnan, geşbûna rûyê wan mîna kulîlkan, hêrsa baranê... çavkanîya tarkovskî deşîfre dibe.

cotkarên belengaz ji neçarîya xwe hawara xwe digihênin samurayan, lê hij wan nakin û gumanên wan hene. bi taybetî ditirsin keçên wan hij samûrayan bikin. jixwe di tevahîya fîlm de piştî samûray tên gund tenê li du sehneyan em dibînin jin ji mal derdikevin, yek ber bi dawîya şer ve ew jî êrîşî talankeran dikin, ya dî jî piştî serfirazî dest bi çandinîyê dikin. herwiha samûray jî cotkaran wek kesên bexîl û fêlbaz dibînin, qîma wan bi cotkaran nayê.

dawîya fîlm de keça cotkar êdî rû nade lawikê samûray. eşqa wan li wê derê xelas dibe. derhêner ji bo romantîzmek erzan rastîya jiyanê nafiroşe, dîrok lihevnehatina çînan e dilê min. paşê, dinya di halê xwe de li dora rojê dizivire cotkarên keyfxweş bi zibarê û muzîka gelêrî dest bi çandinê dikin. sê samûray berê xwe didin çar tirban û segvanê samûrayan wiha dibêje; cotkar serketin em dîsa binketin.



05.03.2020 02:30 ~02:45 | hespêsor