Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nuri bilge ceylan] de;

12. derhênerek di şertên tirkîyê de baş e. heger li welatekî hunermend kêm bin hebûna hunermendekî zêde deng vedide. sebebê gelek hijêkirina nbc ev e. derhênerên baş li tirkîyê kêm in, jiberku derhênerek baş e, ji alîyê sînemahezan ve êdî ne wek yekî baş wek yek ji xwedayên sînemayê tê danasîn.

di fîlmên wî de gelek mijar bi awayek nepenî tên vegotin. bejahî, tenêtî, bêwatehî, entelên tirk û jiyana wan a pûç hwd. Sînematografîya wî jî pir serkeftî ye. Jixwe kesekî feyza xwe ji tarkovskî bigre, di diyalogan de ji wêjeya rûs a klasîk wek milkê bavê xwe sûd wergire divê dîmen û diyalogên baş bêne pêş çavê temaşevanan.

Lê hunermend ne tenê ji gotinên xwe, herwiha ji tiştên nayne ziman jî berpirsiyar e. Dema mirov li fîlmên ken loach temaşe dike, dibêje çima dêrhenerek tirk wekî wî mijarên civakî venaguhêzîne ser perdê? hebûna derhênerên wek ken loach wêrek, naverok û entelektuelîya nbc bêwate dike. hunermendek newêre çi eşkere çi bi metaforan dewleta xwe teşhîr bike, kêrî çi tê?



02.01.2021 19:55 | hespêsor