Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kawa nemir] de;

114. ne helbestkarek hêja ye, ew tiştina dinivîse lê naşibin helbestan. jiberku helbest ristina tevnekê ye û ew tevn jî bî xemlûrewşa xwe, bi deng û dîtbarîya xwe, bi armanc û wateya xwe di hişê mirovan de hêmayek ava dike. gava mirov helbestek dixwêne, di hişê me de hêmayek zindî dibe. divê helbest nava xwe de ramanek bihewîne. gelo ka bêjin kî ji we helbestek kawa nemir xwendiye û zanîye ev camêre dixwaze çi bêje. ji bilî rêzkirina peyvên "dibiriqin" belam bê peywendî helbesta kawa çiye? bêpeywendîbûn, belawelabûn, şêlobûn taybetmendîyên sereke ên helbesta kawa ye. yeko yek peyvên xweşkok û hevokên delalok hene lê di dîmenê helbestê de wateyek hevpar tune. heger hin kes behsa tîrbûn û giranîya helbestê bikin, bila li wê derê bisekinin, çi helbesta kurdî çi ya cîhanê min gelek helbestkarên bilind xwendine lê tişta kawa dike ne romantîzme, ne sembolîzme, ne futurîzme, ne surrealîzme, ekspresyonîzme, ne dadaizme ne tutişte. şêweyek serbixwe û ecêbe, naşibe helbesta kurdî jî. wek helbestek bêrih û bêkok, xwendevanan bi rêzhevokan êmin dike, lê belê tiştek nabêje.



20.05.2020 18:32 ~18:39 | hespêsor