Tirşik - Profîl
tirşik-profîla shwinsherm

profîla "shwinsherm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên alfabeya kurdî] de;

1. ez bala xwe didimê gelek dengên ku di kurmancîya rojevê de hene bi alfaba me nabe .

ji bo vê kêmasîyê alternatîfa tîp veqetokê (kesme isareti) heye lê ka we çend derbî dîtî ye ku me wisa nivîsî ye ?
h'erf
e'h'med
ça'v
bi we jî tewşo tê ne wilo ?

ع غ ح van herfan di kurdî de hene û cîhê xwe girtin e .

du kurmancî de "rr" û kurdîya navendî de "ll" heye .

ka we kî nerrîn nivîsî ye ?
neřîn(a rast)
diłekem (soranî)

ka ?(nerde) û ka (saman)
kar(iş) û kar(keçi)

du k yên cuda ..

di zazakî de ğ heye ma qey di kurmancî de tunne ?
ağe , ğezal ,ğerîb,şoğil gelek mînê wê henin .
ğ û x du dengên ji hev cuda nin .
lê hêj em didomînin ..
erê ğ di kurmancî de xweş nasekine
û jixwe ez jî na xwazim ğ binivîsim
ji bo vê yekê jî qombînasyon henin
"gh"
aghe, ghezal,gherib,şoghil
erê peyvên ku ğ têde hene hemû ne kurmancînin lê di rojevê de van peyva henin .

lê di kurdî de ghêj/ghîjtin heye û kani li nav qombînasyonê kevi .
ez ne zimanzan im lê ev pirsgirêk e û divê bê çareser kirin .

c.é.bedirxan qey gêj bû ?
ma qey wî kurdî nizanî bû ?

-gava alfaba latînî bi 36+ herf derketana belkî alfaba latînî a kurdî xwe ne girtana .
bedirxan jî alfaba xwe bi herfên hewce çêkir yanî baqiltî kir ..

lê êdî dem ne a berê ye .
bi hezaran platform heye .
alfaba kurdî xwe girtî ye .
divê zanîst li ser alfaba me ya nû bixebitin.

edît 1
herfên zêde kurda ji alfabê , nivîsîn û xwandinê sar dike ..
-gelekî rast e , ka binere bê em çend kurd dinivîsin ?
ji çel milyonî pazde kes ...

kurdî û alfaba kurdî ne tiştek wilo ye ku tu bang millet ke .
kurdî ; éşq e , dilxwastin e , niştimanî ye .
ka kê ji mere got were nivîsê fêr bibe?
nekes ! kurdî me kişand ..

min ji kîjan hevalê xwer got wer fêr bib
bersiv : ka wê ji çirr bibe ?
ew wisa difikirin berzan keke tu li kîjan dinê yî ?
zaten ê dilxwaz dilxwazin û yê sar sarin .
bi hezaran siyasîyên kurd bi tirkî diaxivin .
kurd bûn ne qismetê herkesî ye û ne tiştek bi bangê ye .

ewro ewro ez ti derbê niqaşê bi kurda re nakim .
tehtil érda wan kir ye !

li ser înstayê
3 komên kurd --100 şopîner
30 komên kurd -- 100 şopîner (ên berê ew jî)

ker û kker
yê kk fêr bibe kani " ķ " jî fêr bibe ne wisa ?



30.05.2020 03:54 ~17:52 | shwinsherm