Tirşik - Profîl
tirşik-profîla de facto hozan

profîla "de facto hozan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hoy hoy memo] de;

9. çîroka memo piranî ji videoya mijara yekemîn ( hoy hoy memo/68757) de cûdatir tê gotin.

dibêjin memo ciwaneke hêja ye, bi diya xwe û jina xwe ve gundekî diyarbekir dijîn. lê ji bo ku tişt kirînê divê herin diyarbekir. çuyîn û vegerîn nêzikî du rojan digre. gundî diçin û şevê li wir dîmînin roja paştir vedigerin.
rojekê memo diçe erzaq kirînê lê bi lez karê xwe diqedîne û di rojê de qesta vegerînê dike. şevê dereng digeheje mal lê naxwaze dayka xwe jî şiyar bike hidîka diçe li ser cîhê xwe. di wê navbendê de deng diçe diya wî û şiyar dibe. radibe lê dinêre, dibîne li ba bûka wê yek heye. ew jî îxtimal nade ku memo be ji ber ku piştî çûn roja din vedigerin her car. diçe tifengê distîne û memo dikuje. piştî dikuje dibîne ku ew memo bû... êdî her roj li ser kurê xwe wê kilamê dibêje.

versiyonek kilamê>>
(bnr: ali doğan gönültaş)




12.04.2020 13:14 ~17:40 | de facto hozan