Tirşik - Profîl
tirşik-profîla de facto hozan

profîla "de facto hozan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gengeşeya di navbera dashnî murad û romî harkî de] de;

7. nîqaşeke di navbera du kesan xûya dike lê rastî mijar derbarê mafê jina ye û di dawî de neheqiya li ser dashniyê ye. ew bernameya dashnî û romî tevlî bûy bi pêşkeşvaniya sê jinan ve tê weşandin. dema dashni gotinên romî rexne dike jinên din jê re dibêje ew sihbet bû tiştek xirab ne gotiye. yanî mirov divê wê perspektîfê jî biaxive; çima wan sê jinan hemberî romî tiştek ne gotin û bi gotinê wî keniyan?
min got neheqiya li ser dashniyê ye, ew jî wisa; alîgirên romî wêneyek dashnî a ku çend sal berî bi dizî ve hati belavkirin, -bi destê produksyona ku ji bo karekê wêneyên wê dikêşiyan- parve dikin û li ser de şîroveyên xirab dikin, dashnî tehdît û lînç dikin. di wextî de dashni ji ber wê wêneyê pir hatibû lînçkirin û li gor twîta wê, dibêje 'dadgeha çi, kêfxweş im ku nehatim kuştn'.

dixwazim wisa bêjim ku mirov bi fikran şer bike divê pê fikran biaxive tiştê bê hemd an jî bê hezkirina mirov hatiye kirin divê nebe qoz di destê hinek din da.


ji bilî dijûndan û bêedebiyan, ez wan alozî û nîqaşan ji bo pêşerojê baş dibînim. kurdên başur dê hêj gelek wan mijaran axivin lê êdî divê hinek biguherin û divê xwe bikin wek dewletek rêzdar û qanûnên derbarê mafê jinan, mafê xweza û heyvanan jî ava bikin, dadgehan saz bikin. ger ev qanûn hebin jî divê di nav hemû welatiyan bê ferq û cudahî bê cî anîn.



01.05.2020 22:37 ~22:37 | de facto hozan