Tirşik - Profîl
tirşik-profîla de facto hozan

profîla "de facto hozan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê] de;

20. Civîna 02.03.2021ê seet 21.00(amed)an de pêkhatiye. ji moderator heya axavtvanan ji bo suhbetê spas dikim, çiqas internetê hewl da ku astengiyê derxe jî me bi şiklekê xweş domand. Hêvî dikim berdewam bibe.

Ps: Min jî hinek axavt, bila nivîskar nebêjin xwediyê mijarê çima tevlî nebû *



02.05.2021 23:33 | de facto hozan

6. Dîsa silav nivîskarên ezîz. Peyama min du reşşik standine nizanim çima * lê ji bo ku yên twitterê bikar tînin û bixwazin wê civînê bikin em demekê eşkere bikin bicivin.
Pêşî; yekî tirşikvan ku bikare space veke hewceye. Ez nikarim mixabin ji ber wê em ê li gor wî/wê biçin yê bikare odeyekê veke. Ew camêr bila derkeve holê û bila ji me re seet û roj kifş bike *

Ji bo naverokê an jî mijara civînê pêşniyarî;
-Derbarê tirşikê
- derbarê mijarên tirşikê yên balkêş
-Derbarê tirşikvanan
-û hwd.

Ji bo sîstemê peşniyarî;
-axavtvan pêşiyê hemû bila tirşikvan bin carna yên din jî dikarin bên fikrên xwe bêjin an jî tewlî bibin lê pitir rêveberî û axavtvan bila tirşikvan bin.

Carê ew tên hişê min em dikarin sererast bikin tabî.

Û plus: tirşikvanên twitter tuneyî jkxr ji bo rojekê hisabê vekin tewlî bibin *

Tabî ew pêşniyarên min in ji kerema xwe re hûn jî lê zêde bikin û tirşikvanan agahdar bikin, îkna bikin lol



14.04.2021 22:21 | de facto hozan

1. civîna tirşikvanan e ku li ser twitter space bê pêkanîn.

em dikarin rojekê ji xwe re kifş bikin civînekê bi moderatoriya hevalek li vir ve bikin. bila bibe şevbuherkek tirşikî*)



13.04.2021 16:47 | de facto hozan