3. Di kurdî de sê heb veqetandekên nebinavkirî hene.
1) -ekî (nêr, yekjimar)
2) -eke (mê, yekjimar)
3) -ine (pirjimar, zayend ne dîyar e)
---------------------
1) -ekî (nêr, yekjimar)
Di ravekê de tê peyva pêşî û wateya yekjimarî û nêrtiyê dide.
Mînak
Mêrekî mahabadî serî rakir. ( Ravek mêrekî mahabadî ye.)
Roviyekî beredayî çêtir e ji şerekî girêdayî. ( li vir du heb Ravek hene.)
2) -eke (mê, yekjimar)
Di ravekê de tê peyva pêşî û wateya yekjimarî û mêtiyê dide.
Mînak
Çîrokeke Kurdistanê heye ku dilsoj e.
Birîneke kurdan heye ku haya dinyayê ji tuneye.
3) -ine (pirjimar, zayend ne dîyar e)
Di ravekê de tê peyva pêşî û tenê wateya pirjimariyê dide.
*** cihê hinê digire.
Mînak
Diline zarokan pirr xweşik e.
Hin dilên zarokan pirr xweşik e.
Hevaline wî sonda azadiyê xwariye.
Hin hevalên wî sonda azadiyê xwariye.
|