Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dinya] de;

3. Dinya nêzî 4.6 mîlyar sal berê pêk hatiye. Pêvajoya çêbûna dinyayê di encama lihevketina mezin a kozmîk pêk hat. Di encama vê lihevketinê de, dinya jî weke piraniya exterên pergala me ya rojê, ji ewrekî mezin ê gaz û tozê ku jê re protoexter tê gotin, çêbû.

Di destpêka çêbûna dinyayê de ne parzemîn hebûn ne jî okyanûs. Ji ber ku kakila erdê tunebû dinya ji magmayê pêk dihat. Qada kişan ê dinyayê, curbicur cismên fezayî girt û kir ku dinya mezin bibe. Qada manyetik ê dinyayê jî radyasyonên ji tavê dihat asteng kir û bi saya vê yekê li ser rûyê erdê şert û mercên jiyînê yek bi yek pêk hatin.

Tiştên di dema çêbûna dinyayê de qewimî bi qasî 500 mîlyon salan berdewam kir. Di vê demê de rûyê erdê gelek caran heliya û sar bû, teqînên volkanîk çêbûn, atmosfer û okyanûs derketin holê. Ger hûn bibêjin okyanûs çawa çêbûn jî li gorî teorîya zêdetirîn tê qebûl kirin dibêje av bi saya meteor û asteoridan derbasî dinyayê bûye.



26.02.2024 13:50 | yûsiv

2. Dinya tekane exterê sîstema rojê ye ku navê xwe ji mîtolojiya romayî an jî mîtolojîya yewnanî nagire. Koka etîmolojîk a peyva dinyayê li ser bingeha donîâ (dinyayê) û dunyā ya erebî (دنيا) ye. Eslê wê erebî ye; lê ew bi vî rengî (lê carinan bi wateyên din) ne tenê di Farisî û Kurdî de, di Tirkî, Darî, Peştû, Bengalî, Pencabî, Urdunî, Hindî, Yewnanî, Aramî û heta ji Malezya, Endonezya û Nepalî de jî tê bikar anîn.

Eslê peyva dinyayê ya bi ingilîzî "Earth " tam nayê zanîn; li gor pisporan ev peyv digihîje Îngîlîzîya kevnar û Germenî. Di heman demê de Earth di Zimanê Îngilîzî de tê wateya erdê jî. Dibe ku di navbera earth û erdê de têkiliyek hebe. herçî di Mîtolojiya Romayî de, Xwedayê Erdê tellus e û di Mîtolojiya Yewnanî de jî Gaia ye. Ji ber vê, peyva dinyayê di hin nivîsên ku ji Mîtolojiya Romayê hatine wergirtin de wekî "terra" jî derbas dibe. Bi vî rengî, di hin zimanan de ji ber bandora mîtolojîya yewnanî jî, ji dinyayê re Gaia dihat gotin. Ji ber van tevliheviyan, navê dinyayê di gelek zimanan de bi gelek awayên cuda tê gotin.

di derbarê dinyayê de dixwazim vê agahiyê jî bidim, Kopernîkos yekem kesê ku bi zanistî îspat kir ku Dinya exterek asayî ye.
(her çend berî wî fikrên li ser mijarê hebin jî, yek ji wan ramanan ne ramanên zanistî bûn)



12.09.2021 21:20 | yûsiv