Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [platon] de;

5. Platon, Berê Zayînê di navbera salên (427-347) an de jiyaye û ew bi xwe, şagirtekî Sokrates bû. Ev fîlozof, di cîhana îslamî de bi navê eflatûn tê zanîn û naskirin. Platon hemû berhemên xwe, wek diyalogên tiyatroyê nivîsandiye û hemû berhemên wî beyî ku winda bibin, gihêjtine dema me. Endamê malbateke esîlzade bûye û baş hatibû perwerde kirin. Di bîst saliya xwe de bi naskirina mamosteyê xwe Sokrates re hewl dide felsefeyê û heta mirina Sokrates, heşt salan dibe şagirtê wî. Li ser kuştina Sokrates, bi dilekî şikestî welatê xwe terk dike û piştî donzdeh salan, di çil saliya xwe de vedigere welatê xwe. Di wan donzdeh salan de li Megara, Misir, Sicîlya û li Îtalya Başûr, geriya ye. Piştî hatina Atînayê, akademîayekî ava dike, li wir ders dide şagirtan û dest bi nivîsandina berhemên xwe dike.

Di dersan de rêbaza guftegoya dîyalektîkî bikar tîne û hewl dide da ku, eşqa zanayiyê fêrî şagirtan bike û wan mîna fîlozof û
desthilatdaran, bigihîne. Ji ber vê çendê jî; di dersên xwe de giraniyê dide rewişt (ehlaq, sinc, akar) û siyasetê. Ti caran, danasînên naguher nedaye şagirtên xwe û şagirtên wî li hemberê
wî xwediyê yek berpirsiyariyekî bûne, ku ew jî lêgerîna rastiyê bûye. Di çêbûn û xurtbûna ramanên wî de ji bilî bandûra mamosteyê wî Sokrates, bandûra fîlozofên berê jî xwiya dike.

Mîsal: Ji dazanîna Pythagoras, rêgezên Orpheosiyan girtiye. Baweriya nemirinê, baweriya dinya din, hewl dana zilamên olî ên şîretkar, allegoriya şikeftê û rûmeta Matematîkê, mirov dikare di nava wan regezan de bihejmêre. Herweha bi alîkariya ramanên Parmanîdes bawer dike, ku rasteqînî bêdestpêk û bêwext e û divê ku, hemû guhartin, ji hêla mantîqê ve, wek xapînok werinpejirandin. Bi felsefeya Herakleîtos re jî, wiha bawer dike ku her
tişt diguherin. Dîsa meriv dikare bibêje ku, di nava fîlozofan de yê
ku herî zêde li ser têgeha baş an başiyê (rind, qenc) rawestiya ye
Platon e.

Berhemên wî yên sereke ev in
1- Dewlet
2- Gotûbêj (Diyalog)
3- Yasa (Nomoî, Zagon)
4- Parastina Sokratesî.



26.10.2020 20:47 | yûsiv