Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xalê şanoger yê di vîdyoya deno de] de;

12. îro ber asirkî, ji dersxaneyê derketim û min got hinekî bimeşim. hinekî meşiyam û li ser bankekî min dît ev zilamê şîrîn rûniştiye. li rexa wî poşetê şiqalan hebû û gelekî westiyayî bû. ji ser de nav toza de mabû. nêse bi kelecanî ez çûm balê û min got merheba abê tu çawa yî felan. li min zivirî û bersiv da got baş im felan bêvan. min jê re got min tu di vîdeoyekê de dîtiye û kengê ve dixwazim te nas bikim. pêşî go kîjan vîdeo û ez rabûm min vîdeoyê şanî wî zilamê şîrîn da. min got gelo ev kesê han ne tu yî? got belê ez im û min pirsa lê pirsî.

di serî de gelek kêfxweş bibû, kenek xweş li ser rûyê wî diyar bibû. lê xemgînîyek jî diyar bibû li ser rûyê wî. diyar bû beriya wan rojên xwe yên berê dikir. nêse ez zêde dirêj nekim. min jê re negot ez ê li ser malpereke behsa te bikim bi hêvî me tiştê dikim ne çewt be.

ev zilamê xwînşirîn ji rojavayê ji bajarê Qamişloyê ye. wextê şer dest pê kiriye bi malbata xwe re hatiye Batmanê. ango 12 sal berê. li Qamişloyê şanoger bû û ne şaş bim got min dersên şanoyê dida lê dibe ku min xelet fêm kiribe. piştî van tiştan got dest fransî kir bi zimanekî zelal bi fransî axivî û got tu fransî dizanî. ez rebenê xwedê nizanim îngilîzî ji ku bizanim fransî ^_^ piştî ku min got ji kuu behsa voltaire, jj Rousseau, gogol, şekspir û çend nivîskarên din ên min nedizanî kir û got tu şekspir dizanî û çend rêzên wî xwend. welleh ewqas xweş bû ku nikarim bibêjim, min fêm kir ez bi mirovekî orijînal û zana re diaxivim û min got bila dawiya vê axaftinê neyê.

Hinek behsa jiyana xwe ya taybet felan kir û min jê re got li Batmanê çend şano hene tu çima li wir naxebitî? got naxwazim. çend kesên din jî gotine lê min qebûl nekiriye ji min derbas bûye felan. lê min di çavê wî de xemginiyek dît :( dîyar bû ku dixwest lê tiştek destê wî digirt. ji ser de min jî wî teşwîq kir lê nizanim. her çi ez jî gelekî westiyayîbûm û pişta min diket ber min. min jê re got piştî rojiyê ez dixwazim em bi hev re xwarinek bixwin lê qebûl nekir got na û rûyê xwe vegerand. xwezî min negotibûya bawer dikim şaş fêm kir. min şerm mi hejmara telefona wî jî bixwazim. baş e ku got ez li van dera me her car. ji bo pê re biaxivim ez ê gelek caran di wê rêyê de derbas bibim.^^

tabiî tiştê dihat xuya jiyanek zehmet dikişîne. min jê re got hin heval hene dixwazin alîkariya te bikin got bila sax bin lê ne hewceye naxwazim û silavan li we kirr^^ û di dawiyê de min got gelo dikarim wêneyekî bikşînim got helbet. ev jî wêneyê me ye:

Here lînkê



30.03.2023 18:26 ~18:44 | yûsiv

11. ez û du hevalê xwe dimeşiyan. karê me hebû û divîyabû em zû bigihîjin derekî. zilamek hat bal min û silavek da û got:
-birazîyê delal, ez çawa dikarim biçim vir.
ez wisa ecêbmayî mam. ji derekî nas dihat. çend sanîyeyê din di hişê min de çirûsî ev zilam ew zilamê ku vîdeoya deno de ye.

zilam zilamê şanoger bû. lê çi şanoger...
dema min ew dît dilê min êşiya. di wê germa Batmanê de, xwêdandayî ,destê wî de dîsa poşetê paqijkirina pêlavan û wisa westiyayî. ha wê demê min lanetan lê dinyayê kir. min rê şanî dayê û min ew şand. divîyabû ez zû bigihîjim karê xwe min jê xatir xwest û çûm.
hin jî nizanim çima poşmanîya wî di dilê min de heye ku xwezî min ev birina qehweyekî û ez pê re biaxivîyama lê nebû.

min got belkî her car di eynî derê de derbas dibe, ji ber wê çend caran çûm cihê ku me hev dît. lê min ew ti car nedît. Hêvî dikim ji vê feqîriyê xilas bibe û rojên geş û xwe li pey wî bin.



30.10.2021 17:30 | yûsiv