Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojên berê yên ku mirov her tim li bêriyê dike] de;

4. Dema pirr biçûk bûm, dema min tenê kurdî bihîst..

Nêzîkê 10 - 12 sal berê, dema malbata min û apê min bi hevre dijiya. Wê demê pirr biçûk im temaşekirina TV'yê mala me pirr kêm bû jixwe tiştê ku me temaşe dikir jî tev bi kurdî bûn Roj TV, mmc felan bêvan. Bi çîrokên apê xwe radibûm bi çîrokê apê xwe radiketim. Ew çîrokên bêdawî û bedewî. Wan çîrokan nadim berê tu tiştî.

Min Ewqas Apê xwe hez dikir ku êdî ji bavê min nêzîktir dihat. Her tim di pawûka wî de dimam. Dema nexweş diketim pêşî ew dihat ser min û dermanên xwe yên giyayî dida min. Wek dayikeke nêzîk dibû. Salek du salên din ji apê min re jinek xwestin. Wê demê pirr biçûk bûm lê nizanim çawa tê bîra min, dema min vê Xeberê bihîst apê min di serşokê de bû. min li ber derî bangê wî kir û min got apo ji malê neçe û min giriya. Dayika min keniya û hat bal min û got ew ê çima li malê biçe. Ma jin e. * wê demê dilê min rehet bûbû.

Piştî zewacê her tişt guherî. Nizanim apê min ê kurdîhez û sibehê heta êvarê digot bijî serok apo çawa yekê evîndarê hudaparê û Hizbûllahciyê re zewicî. Piştî wê jinê malbat ket nav şerekê dijwar. Ew jin di navbera me de fîtne û fesadî derxist. Ewqas pêşveçûn ku piçek mabû apê min bavê min bikuştina. Ew apê min û bavê min ê nêzîkî 40 sala bi hevre jiyîn e.

Li ser axên ku qirêj ên ku bi xwîna ermenîyan hatine şûştin. Dibe ku ji bo wê ewqas şer derdikeve di malbata de. Mesele ne ev e. Piştî şer derket me ji malê derket. Wa bû 5 6 sala em bi hevre xeber nadin. Ji hev nefret dikin. Ew apê min ê ji bavê min nêzîktir dihat vêga bûye dijminê me. Hey dinya tu çi ecêb î.



29.10.2020 22:25 | yûsiv