Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sir arthur conan doyle] de;

1. Afirînerê sherlock holmes ê.

Kurtejîyana wî

Sir arthur conan Doyle 22 gulanê 1859 ê de li skotlandê hatiye dinyayê. Di zanîngeha Edinburghê de beşa bijîşkîyê xwendiye, dema ku xwendina wî didomiya, dest bi nivîsandina kurteçîrokan kiriye.çîrokên wî yên pêşîn di Kovara BR de hatiye weşandin.

Piştî ku mezûn bûye di keştîyekî de bijîşkî kiriye. Piştre jî xwe re cihekî vekiriye û piştî sê salên din Doktoraya xwe xilas kiriye.

Doyle ne pisporê bijîşkîyê bû, dema ku li benda nexweşek dima dest nivîsandina çîroka dikir. Çîroka wî ya yekem a girîng "Belgedanga sor" de cara yekem qala sherlock holmesî kiriye. Piştî wî çîrokê Sherlock Holmes di nav 56 çîrok û 4 romana de cih girtiye û doraliya dinyayê de navûdeng bûye.

Piştî di sala 1906 êde hevjîn û kurê doyle çû rehma xwedê û şerê cîhana ya yekem de birayê wî mir, psîkolojîya wî xira bû. Piştî van bûyeran berheman bi vê derûniyê nivîsandiye.

Sir arthur Doyle di sala 7 tîrmehê 1930ê ji ber dilrawestinê jiyana xwe ji dest daye.

Pişt xwe sedî zêdetir berhem hişt. Pirtûkên wî bûn mijarên fîlma bi milyonan hatin temaşe kirin.

Hin berhemên wî yên popûler:
1) The Memoirs of Sherlock Holmes
2 ) The Return of Sherlock Holmes
4 ) The Adventures of Sherlock Holmes
5 ) The Case-Book of Sherlock Holmes
6 ) The Hound of the Baskervilles
7 ) A Study in Scarlet



13.06.2020 15:25 ~2020.12.14 20:48 | yûsiv