Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [charles dickens] de;

1. Charles John Huffam Dickens di 7 sibata 1812ya de Îngilistanê jidayîk bû. Nivîskar û rexnegirê îngilîz ango dickens serdema victoriayê de romanvanê herî navdar e.

Dickens dema 10 salî bû bavê wî top avêt û ket hepsê. Dickens ji bo bişixule dibistanê derket û beşêgehê de dest şixulê kir. Perwerdehîya dickens nîvîyê de ma lê neçarîya ku dît wî aliyê nivîskarîyê pêş xist.

Charles dickens bû rêveberê kovareke ku heftiyê carek derdikeve. Di nav wê demê de 15 roman 5 çîrok û sedî zêdetir kurteçîrok û gotar nivîsand. Dickens aliyê perwerdehî û mafên zarokan jî pirr xebata kir.

Dema dickens dema hat 15 salê xwe li bal parêzerekî dest karekê nû kir. Û li balê fêrî stenografî bû. Di rojnameya Morning Chonicleyê de wek stenograf xebata kir.

Charles Dickens di sala 1837ê de berhema xwe ya Bay Pikvik weşand. Bi vê berhemê hat nasîn. Wê demê pirr geriya û nivîskarên navdar nas kir.

Dickens rojnameya daily news û household word weşand.

Dickens di nav çend sala de bû nivîskarekî navdar. Êdî romanên wî heftane û mehane derdiket. Bi saya rexneyên xwendevanê xwe du karakterê romanê xwe pêş ve bir.

Charles dickens serdema xwe de torevanê herî navdar bû û pirtûkên wî, niha jî bi milyonan tên xwendin.

Bi saya romana xwe ya Oliver Twist tev dinya wî nas kir.

Di sala 1958a de dev ji hevjîna xwe berda û dîsa pirr pirr derket gerê, bedena wî westiya. Êdî di mala xwe de îstirhret kir. Di sala 1870ê de 58 salê xwe de rehmet kir.

Pişt xwe sedî zêdetir berhem hişt, berhemên wî yên ku herî navdar:

The Pickwick Papers (1836–1837)

Oliver Twist (1837–1839)

The Life and Adventures of Nicholas Nickleby (1838–1839)

The Old Curiosity Shop (1840–1841)

Barnaby Rudge: A Tale of the Riots of 'Eighty (1841)

A Christmas Carol (1843)

Martin Chuzzlewit (1843–1844)

The Chimes (1844)

The Cricket on the Hearth (1845)

The Battle of Life (1846)

Dombey and Son (1846–1848)

The Haunted Man (1848)

David Copperfield (1849–1850)

Bleak House (1852–1853)

Hard Times (1854)

Little Dorrit (1855–1857)

A Tale of Two Cities (1859)

Great Expectations (1860–1861)

Our Mutual Friend (1864–1865)

The Mystery of Edwin Drood (xilas nebû) (1870)



14.06.2020 11:31 ~11:44 | yûsiv