Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [havîv şîmonî] de;

1. Havîv Şîmonî, Haviv Shimoni 13ê rêbendanê 1933 li Dihokê hat dinê. 13ê tîrmehê 1994a mir. siyasetmedarekî Îsraelê bû. Ji kurdên cihû ye.

Demekê sekreteriya giştî ya komeleya neteweyî ya kurdên Îsraelê kiriye. Li zanîngeha Orşelîmê perwerdeya zanîna polîtîk dîtiye. Sala 1951ê tevlî partiya Mapaiyê dibe. 1965 heya 1969 endamê konseya karkeran a Orşelîmê ye. 1964 heya 1973, di komîteya karkeran a wezareta karê endustrî û bazirganiyê de peywirdar e. Heya 1979'ê jî di navenda dîzaynkirina berheman a Îsraelê de dixebite.

Herwiha demekê di Knessetê de parlamena Îsraelê cihdigire. Xwedî nêrînên çepgir, sosyalîst bû.



13.07.2020 12:12 | yûsiv