Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ravek] de;

1. Peyvek, dema ku ji aliyê hinek peyvên din ve tê ravekirin, ravek derdikeve holê. Peyvên ku ravekirinê çê dikin êdî dibin qalib û nayên parçekirin. Di ravekê de du hêman hene, yek raveber e(rave dibe), yek jî raveker e(rave dike). Raveker ji aliyê wesf, rewş û mêjerê ve raveber temam dike. Raveber bêtir li pêş e, raveker li dawiyê ye.

Mînak:

Raveber            Raveker

Deriyê                malê

Pirtûka               dibistanê

Keçika                mezin

Gula                    sor

Weke ku ji mînakan jî diyar e raveker raveberê ji hinek aliyan ve temam dike. Ku di ravekan de wesfên rengdêran hebin ew ravek ravekên rengdêran in; ku peyv ji hinek aliyan ve bên temamkirin û diyarkirin, ravekên navdêran derdikevin.

Edit: sererast kirin.



29.10.2020 00:30 ~2020.12.14 10:04 | yûsiv