1. Bûdîzm Navê tevgereke felsefeyî û Dînî ye, ji aliyê gotama buda ve hatiye pêşkêş kirin. Ew mîna felsefeya jiyana mirovên hejar û belengaz, derketiye holê.
Çavkaniya herî mezin a Bûdîzmê ji xwezaniyê ya ku bi ezmûnkirin û ezmûna ronahîbûnê ya ku Bûda saz kiriye, tê nîşandan. Berî ku Bûdîzim, bi pêş bikeve, li Hindistanê brahmanîzm hebû û wekî çînekê, di nava desthilatdariyê de roleke bibandor dilîst.
felsefeya Budîzmê
Li gorî felsfeya Bûdîzmê, hemû tiştên ku di cîhanê de hene, di despêkê de, bi cih dibin; ango tên damezirandin, bi pêşve diçin, bi paş ve diçin, ji holê radibin û careke din ji nû ve tên zayînê. Hemû mirov, berpirsyarê tevgerên xwe ne. Ji bogiyaneke gihiştî, giyan ji laşekî, koçî laşekî din dibe; kiras diguherîne. Ev koç wiha didome heta ku giyan bigihêje Nîrvanayê.
Lêgerîna ronîbûnê û bi taybetî, xwe ji hindir ve paqijkirin, xurtkirina vîna xwe, dibe bingeha nêrîna Bûda. Ew dibêje: "Ne bi awayekî çavkorane, lê bi awayê xwenaskirinê, mirov dikare xwe bighîne ronahîbûnê." Xwegihandina "Nîrvanayê" weke armanceke sereke tê dîtin. Rêbaza kûrbûn û têgihîştina xwe, têrkirina zanyarî û paqijkirina hindirîn, bi rêya "yogayê" pêk tê.
Edit: çavkanî felsefe amadeyî 2 (saziya minhacan)
|