Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [postmodernîzm] de;

1. Postmodernîzm, tevgereke berfireh e ku di nîvê sedsala 20n de li ser felsefe, huner, mîmarî û rexneyê bi pêş ketiye û ji modernîzmê derketiye. Dema em navê vê tevgerê dinêrin "Post" bi wateya xwe ango "piştî" ye. Postmodernîzm jî wekî piştî modernîzmê tê pênasekirin.  Pêşengên postmodernîzmê roland gerard borthes, james joyce Baudrillard, Lyotard, Deleuze/Guattari, roland barthes, ferdinand de saussure, henri lefebvre e.

Di wêjeya Kurdî de çend mînak hene, wekî pirtûka eta nehayî a "Balindeyên li Ber Bê" û "Sobarto'ya" helîm yûsiv e. 

***karê min wêje ye ji ber wê dixwazim qala di wêjeyê de cihê postmodernîzmê bikim.

Di wêjeyê de postmodernîzm, xwedî hinek taybetmendiyan e.
1) Di van romanan de mekan, ne diyar in. 
2) Armanca nivîskar, serbixwebûn e. 
3) Mabesta wî yî berhemafirandinê de, lîstoka bi peyvan e. 
4) Nade dû kevneşopiya modernîzmê, ew gerdûnî ye û li dijî klasîk û rêbaza modernîzmê a binhişê ye. 
5) Bêhtir, bi derûniya karakterên xwe ve têkil e. 
6) Tenê li ser mijarekê, romana xwe nahone, piralî ye, pirçandî ye û di romana xwe de ji yekê zêdetir nêrîn hene ku romana xwe vedibêje.
7) Li gor nivîskêr jiyan, lîstokeke û erka romanê a di jiyanê de jî çêkirî ye ango jiyan lîstok e, roman jî lîstoka di nava lîstoka jiyanê de ye. 
8) Tiştên şênber û razber di nav hevûdû de ne û di romanê de ji hev cihêkirina van her du tiştan zahmet e. 

*Min van taybetiyan ji Di Romana Sobarto de Mînakên Teknîka Postmodernîzmê girt.

teknîkên postmodernîzmê
1)Îronî 
2)Qewastin/İntihal 
3) Piranîparêzî/Pluralizm 
4) Pirrengî
5) Lîstok-kirin
6) Pêkenîn/Mîzah 
7) Dîrok 
8)Parodî



05.03.2021 23:47 ~23:49 | yûsiv