Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [1984] de;

14. George Orwell ku navê wî yê rastî Eric Arthur Blair e, bi hêza pênûsa xwe, bi şêweyekî dîstopîk cîhaneke dûrî texmînên mirov ava dike. Di afirandina vê cîhanê de bi ser dikeve, lê mirovên ku di vê cîhanê de dijîn, di jîyaneke bextewer de bi ser nakevin. Lewre temama mirovên vê cîhanê di bin desthilatdarîya Partîya zordest de dijîn, li gor daxwaz û hêvîyên wê tevdigerin. Tiştê ku destûr jê re heye tenê hezkirin û îtaeta ji partîyê re ye. Dikarin heta ku ji wan were ji partîyê hez bikin, pê bawer bibin, jê re bixebitin, di vî warî de azad in. Lêbelê dîtina şaşî û kêmasîyên partîyê, rexnekirina wê ne azadî ye, dijminayî ye.



Lehengê sereke Winston, ku endamê partîyê ye, ji alîyê tenduristîya xwe de qels e, nexweş e, lêbelê di hişmendîya xwe de hişyar û biaqil e. Şaşîyên ku partî dike dibîne. Di vê mijarê de fikirên xwe di rojnivîskekê de dinivîse... Winstonê ku endamê partîyê ye lewma destûra wî tuneye ji jinekê hez bike, rojekê pêrgî Juliayê tê. Li hemberî hemû qedexeyan, jîyaneke nepenî bi Juliayê re dijî, dil û mejîyê xwe jê re vedike û zayendîya xwe pê re dijî. Lê hayê wan jê tuneye ku çavên Birayê Mezin(Big Brother) li ser wan e. Di bin zilim û zora desthilatdariyên totalîter û despotîk de raman, evîn, dîrok, bi kurtayî mirovahî çawa dimeşe, di vê romanê de tê vegotin. Orwell sernavê pirtûkê xwest ku bike ‘’Mirovê Dawî Li Ewropa’’ lê ev fikr guherand û sernavê pirtûkê kir 1984.



Orwell ne tenê bi sernavê pirtûkê, di heman demê de li ser dirokê jî xwest ku guhertinê bike. Diroka ku xwest 1980 an jî 1982 bû. Lêbelê di dawiyê de biryar li ser 1984’an danî. Nivîskar dema ku pirtûk dinivisî di heman demê de jî bi nexweşiya weremê re di pevçûnê de bû. Orwell berî ku pirtûkê binivîse di BBCê de wek propagandakarekî dixebitî. Wekî ku Orwell pirtûk dinivîsand, ew bi rastî di bin çavdêriyê bû. Orwell ji bo gotar û xebatên xwe ji hêla hikumeta Brîtanî ve di bin çavdêriyê bû. Raporên istixbaratê eşkere kirin ku wî ‘’ramanên pêşbinî yên komunîst’’ û ‘’cilûbergên Bohemîan li xwe dike’’.



2+2=5 dirûşmeyek ku Partiya Komunîst bi rastî kar dikir.(di yekîtiya Sovyet de 2+2=5 binavkirin û nexşeya plana pêşveçûnê ya 5 salan bû) Orwell ji kargeha xwe ya li BBCê siruş girtibû û navê ku ‘’odeya no:101’’ lê kiribû ku wî di pirtûkê de cihê ku hûn ê li ber her cureyên şkenceyê bin.



Tê texmîn kirin ku Orwell, lehengê Julia ji jina xwe yî duyem Sonia Brownell ê model girtiye. Orwell, 7 meh piştî weşana 1984’an mir.

Wergera Kurdi ya pirtûkê Salih Agir Qoserî kiriye û ji weşanxaneya Lîs ê derketiye.

-fexrî uluğ



17.06.2020 16:51 ~2021.03.12 22:57 | yûsiv