Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mehmed uzun] de;

53. Mehmed Uzun di sala 1953ê li Swêregê hatiye dinyayê, xwendina xwe ya destpêkê li Sêwregê temam kiriye. Ew di xortaniya xwe de bûye welatparêz û şoreşgerekî kurd. mehmed Uzun dema darbeya eskerî ya 12ê adara 1971ê li Amedê bi gelek welatperwer û şoreşgêrên kurd re hat binçav kirin. Piştî derketina efuya giştî ya sala 1974ê Mehmed Uzun li Tirkiyê bû berpirsyarê kovara Rizgariyê.

Mehmed uzun Di sala 1977ê de ji welat derket û koçî Swêdê bû. Li Swêdê demekê bi navê rizgariya kurdistan kovarek derxist. Ji sala 1985ê ve dest bi nivîsên edebî kir û romana xwe ya pêşîn a bi navê tu di 1985ê de li Swêdê weşand. Ji wê demê bi vir de wî gelek roman û xe-batên edebî yên din weşandin. Pirranî Berhemên wî bi kurdî ne. Lê berhemên wî yên fransî, norwejî, almanî, îngilîzî, tirkî, swêdî, û hin zimanên din jî hene.

Mehmed uzun ji ber nexweşiya giran a şêrpenceyê(kanserê), di 11/10/2007 an de li Diyarbekirê li nexweşxaneya Fakulteya zankoya Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Wê demê 54 salî bû.

berhemên wî
• TU, roman, 1985
• Mirina Kalekî Rind, roman, 1987
• Siya Evînê, roman, 1989
• Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê,
roman, 1991
• Destpêka Edebiyata Kurdî, 1992
• Hêz û bedewiya pênûsê, 1993
• Mirina Egîdekî, Destan,1993
• Världen i Sverige, Antolojiya Edebi,
bi M. Grive re, 1995, bi swêdî
• Antolojiya Edebiyata Kurdî Antoloji,
du cilt, 1995
• Bîra Qederê, roman, 1995
• Nar Çiçekleri, ese, 1996
• Ziman û roman, hevpeyivîn, 1997
• Bir Dil Yaratmak, söyleşiler, 1997
• Dengbêjlerim, deneme, 1998
• Ronî mîna evînê – tarî mîna mirinê,
roman, 1998
• Zincirlenmiş Zamanlar Zincirlenmiş
Sözcükler, deneme, 2002
• Hawara Dîcleyê –I, roman, 2002
• Hawara Dîcleyê–II, roman, 2003
• Ruhun Gökkuşağı, roman, 2005



04.02.2021 14:34 | yûsiv

52. 2 sal berê, piştî hişê xwe hêdî hêdî didim ser kurdî û kurdbûnê. kekê min jî dibîne van tiştan dikim. rojek tê li bal min û dibêje tu Mehmed uzun nas dikî? Min Yekem car navê wî wê demê bihîst. Min got na. Ji min re got, vêga ji xwe re dibêjî ez kurd im... Difikirim Ma mehmed uzun kî ye, ji bo Kurd û Kurdistanê çi kiriye ku kekê min ji min re van gotina dibêje? Min piştî derheqê wî de çend gotinan xwend ferq kir ku kekê min hindik jî gotiye. Me hevdu wisa nas kir.

Mehmed uzun di jiyana min de cihekî pirr girîng digire. Min Bi saya wî gelek kurdên taybet nas kir. Lê min ew bi tirkî nas kir. Min Wekî kunekan pirtûkên wî bi tirkî xwend. Xwelî serê Muhsino be. Yekem car min pirtûka wî ya nar çiçekleriyê xwendibû. Qala rewşa kurda û asîmîle bûna kurda dikir. Çavên min ên jixwe hatibûn vekirin hêdî hêdî zêdetir vedibûn.

Paşî min bîra Qederê xwend û ew pirtûk li ser min tesîrek mezin kir. Mixabin min celadet alî bedirxan wê demê nas kir. :/ tiştên ku mîrê mezin kiribû min matmayî hiştibû. Ha piştî wê demê min hewl da kurmancîyê û min biryar da ku ez ê dev tiştên virt û vala berdim, ji bo neteweyê xwe tiştan bikim. me êdî bi kurdî ji hev fêm kir.

Ji ber ku piçek hestîyar difikirim pirtûkên wî gelek xweşa min diçe û nikarim dev jê pirtûkên wî berdim.



26.11.2020 15:30 | yûsiv