Tirşik - Profîl
tirşik-profîla welat.roj

profîla "welat.roj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ibrahim halil baran] de;

176. Min di serî de ew ba awayê nivîseke wî nas kir, lê ez zanayê Kurdayetiyê û polîtikayê nebûm ew çax. Salekî pişt wê di 2015ê biharê de ku ez zêdetir di Twitterê de çalak bûm roj bi roj min kes nas kirin, bi tiştan fêr bûm, bi bersivên pirsên xwe ve haydar bûm û hin fikr, xeletî, tevgerî hwd yên. ku ez di ferqê de bûm lê di hişê min de bê serûber bûn min ew tomar û sererast kirin. Di vê peresîna pêşdebirê de ÎXB karîgerek rind bûn ( silav û spasî ji re dişînim, jê re serkeftin).
Wek ez di muzîkê de jî dikim, ku ez berhemeke biecibînim ez li avakirê/a wê jî lê dikolim ji ber gengaziya berhemên serkefti yên din. Lewma min di derheqe îXB de lêkolîn kir û min ferq kir ku ji bo zanîn û zanyariya Kurdayetî yekê hêja ye. Derheqê dîrok, ziman, polîtîka, civaknasî û erdnigariya Kurdistana rengîn de gelek nivîsên wî yên bibingeh û biçavkanî he nin herwisa derheqê muzîka me de jî xwedîyê agahî û arşîveke fireh e. Nivîsên wî yên derheqe muzîkên Kurdî yên hatine dizîn û hevpeyvînên derheqê bingeha kûr ya muzîka Kurdî ez pêşniyar dikim, zahf hewisîner in.
Li ser medyaya civakî, qasî ÎXB dihête lînç kirin ew qas jî bihête fêm kirin wê zanyariyeke xurt ava bibe ji bo armanca Kurdistan a pîroz. Herwisa ji ber ku li şûna Kurdi bi tirkî dinivîse dihête rexne kirin. Lê sedema xwe (bi min mafdar e) wusa ravekir ku ew tişteke ji ziman girîngtir dixwaze bide zanîn: hişmendî. Hişmendiya zimên, ya welêt, ya dîrok, ya mafên Kurdan, ya KURDISTANÎYÊ hwd. lewra ew bi Kurdî jî binivîse ew ê nehête fêmkirin.
Hevalno partiyan bidin aliyeke. Bila tu kes/partî/tevger/raman pêşiya Kurdistanê negire. Bi wê re bêpêşdarazî hev guhdar bikin, fêhm bikin, rêz bigirin ji kerema xwe re. Wekî rewşenbîrên din berê xwe bidin rewşenbîren xwe wek ÎXB. Bidin ber hev. Bizanibin ku kî nêzê Kurdistana serbixwe be nêzê we ye, kî jî dûrê wê be dûrê we ye.
Silav û rêz xweşmirovno! Her hebin, serkeftî bin!



10.04.2020 05:33 | welat.roj