Tirşik - Profîl
tirşik-profîla reşwanî

profîla "reşwanî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ejdeha] de;

3. Di devoka Semsûrê da “Ejdiya” tê gotin. Apê min ê rihmetî di şevên zivistanê da ji me ra çîroka “Hemeşah” digot. Di wê çîrokê da lehengê çîrokê Hemeşah diçû bi ejdiyayên heftserî ra de’wî dikir û ew dikûştin. Cinawirekî wek maran lê ji maran pir mezintir dihat terîf kirin. Ejdiya di mîtolojiya Faris û Kurdan da heye. Faris jî dibên ejdeha û di metnên kevin ên tirka da jî wek ejdeha hatiye nivîsandin. Paşê tirka tîpa “r” lê zêde kirine.



08.05.2021 17:19 | reşwanî