Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berijahr

profîla "berijahr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hin sedemên xemgîniyê] de;

1. Di jiyanê de hin hûrgilî hene ku mirov çi jî bike nikare xwe jê xelas bike… Di stûyê mirov de dibin ristik, di qirika mirov de dibin qozî, di çavên mirov de dibin xemgînî…

Çend sal in li ser kurmancî dixebitim, di karen kurdan de dixebitim… Li gor dilê xwe, hewl didim ku tim bi Kurmancî biaxivim… Li bajarekî kurdan dijîm û li hember axaftina dagirkeran derdikevim… Lê ya rast li kurdistanê mezin nebûme û ji dayika xwe fêrî zimanê kurdî bûme… Bi salan ji welatê xwe dûr lê bi xeyala welat…

Wexta nû hatim welêt helbet hêvîşikestineke min a mezin çêbû. Li gel ku ez qet li welêt nejiyabûm ez bi kurdî diaxivîm lê welatî bi tirkî diaxivîn… Bi israr… Bi tirkî… bi zimanê dagirkeran… bi zimanekî dûrî jiyana me… Dem derbas bû, meh derbas bûn, hê jî bi tirkî… êdî ez jî bi tirkî…

Lê piştî ku hevaltiyên min xurt bûn li welêt, xemgîniyeke ku hesûdiya min jê dibare peyda bû li giyanê min… Heta ji min dihat di nivîs, axaftin an jî di lêkolînên xwe de min biwêj an jî gotinên pêşiyan bi kar dianîn… Û meseleya ku herî zêde ez kêfxweş dikirim jî ev bû. Lê li gel ku ez bi kurmancî diaxivîm, min bi kurmancî dixwend û lêkolînên min li ser kurdî bûn jî, wan hevalên tirkîaxêv carinan hin henek dikirin lê qalib bi giştî kurdî bû… An jî carinan hin biwêj, gotinên pêşiyan an jî henek dikirin bi temamî bi kurmancî û diyar bû ku bi wî zimanî mezin bûne… Ew ziman geriyaye di kolanên wan de… Wî zimanî bi wan re hevaltî kiriye… Di hembêza wî zimanî de raketine, wî zimanî porê wan şeh kiriye…

Ez bi rojan xebitîme ku bigîjim henekên dayik û bavê xwe… Lê ew xwe bi xwe di nav tirkiya xwe de hestên xwe yên zaroktiyê dijiyan… Ev hem xweş bû hem jî sedema xemgîniya min a bêçare bû… Ji axaftinên wan derdiket holê ku bi awayekî xwezayî vî zimanî di bîranînên wan de cih girtine… Lê min ji xwe re li bajarên tirkan kurdên me yên kurdîaxêv hildibijart ku çend bîranînan kom bikim…

Di wan henekên wan de, ristika stûyê min qirika min teng dikir... Li erdeke beyar, li çolekê, bi tenê… ne ji vê derê ne ji wê derê… Tam li wê çolê ji bo ku hin çûyîn nebin poşmanî çend gotinên Fewzî Bilge tên bîra min; “Veger, li xwe veger, li rastiya xwe veger, ji nerastiyên xwe veger…”



20.08.2020 13:31 | berijahr