Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roverandom

profîla "roverandom"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [duolingo kurdi] de;

3. Xwedîderketina li vê kampanyayê girîng e, li foruma esas a Kurmancî ya Duolingoyê di hefteyekî de em gihîştin nêzikî sê sed şîroveyan: Here lînkê
Û hesaba me ya twitterê jî dihere ber bi hezarekê ve: Here lînkê
Em jibo piştgiriyên hesaba twitterê ya tirşikê jî spasdar in.
Jibo agahiya zêdetir bimînin li pey şopa hesaba twitterê: @duolingokurdi



10.05.2020 19:06 | roverandom

1. Li twitterê jibo pêk anîna vê xeyalê min hesabekî vekir: @duolingokurdî
Duolingo platformekê ku xwe dinasîne wek yekê ku zimanên di bin talûkeyê de jî fêr dike ye, di serî de Navajoyî û Hawayî. Û bi rastî jî di fêr kirina zimanan de sepaneke gelek serkeftî ye. Lewra divê ev yek jibo Kurdiya Kurmancî jî pêk were. Ku civaka Duolingoyê ya mezin û tim dilxwaza fêrbûna zimanên nû were berçav kirin, dîtina zimanê Kurdî ya li wir dibû mihteşem. Jibo pêkanîna vê yekê pêwist e em peyda kirina fêrxwazên ya kêmtirîn bi hezaran jî garantî bikin. Eger hewldaneke wisa çê bibe dîsa pêwist e em garantiya peyda kirina profesyonelên jêhatî jibo pêk anîna vê yekê jî bikin. Di vê hesabê de ez ê hewl bidim ku nîşan bidim em dikarin dengê xwe çawa bilind bikin jibo pêk anîna vê xewnê di forûmên Duolingoyê de û agahdar bikim ji prosedûra serlêdanê jibo ew ên ku dixwazin bibin xwebexş.



03.05.2020 07:21 ~07:22 | roverandom