Tirşik - Profîl
tirşik-profîla doesntmatter

profîla "doesntmatter"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qesra îshaq paşa] de;

14. wek teyrekî bayîzdê dinêre, bin qesrêda bayîzda kevn heye, çîyayên derdorê kela urartuyayên kevn tê dîtin, qesrê da çîyayê agirî nay dîtin behs ev e ku dema evdî paşa daye çêkirin gotîye qesrek wisa çekin ku bila gilîdax neyê kifşe, bila sîyê gilîdax nekeve ser.
hinda bayîzda kevn jî baxçe keşîşa hebû hema dagirkeran ev çend sal berê hirşandin. ser rêya vê qesrê dadgeha bayîzdê yê kevn jî tê dîtin. hinda vê dadgehê 2 sal berê bo dîroka bayîzdê jî kevnargeh(muze) hat çêkirin dibên serkeftîye min jî hê nedît.
alî din 200 mt şûnda mizgefta xezretxanî (bnr: ehmedê xanî) heye an jî bi gotina bayîzdîya xanî baba. hinda mizgefta ehmedê xanî jî goristana berê heye.
xwezî hemû kurd herin û bibînin. bayîzd wek bîdlisê serê dîrokvan û çîrokvana kurdaye.



16.12.2020 14:38 | doesntmatter