Tirşik - Profîl
tirşik-profîla doesntmatter

profîla "doesntmatter"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [devoka serhedê vs zimanê kurdî] de;

1. silav tirşikvanên hêja cejna we û cejna malbata we pîroz be.
peşîyê da bibêjim zanim ku wek mîna botan ya serhedê jî dev(zareba) e ne zimane lol(maksat hûn nebêjin e wî nezan çi dibêje)
mixabin asîmîlasyon alî îdeolojîyê û alî zimanê kurdîyê serhedê jî xwe dide hîskirin.
berê da zimanê serhedê bi axaftinê, bi stran û kulaman nav kurdîyêda cihekî cuda bû. a niha hine peyvên kurdî bi gotin û axaftina serhedê dinivîsim, ji xwe serhedê me belkî ji bo vê min ra xweştir tê hema dibêm axaftina zimanê kurdî bi devê serhedê hemû devên min gûhdarî kirîye van gişka şirîntire.

mînaka peyvan; (serhed:alî rastê)
çawa yî > çanî
pir > zehf
xwarin > xworin
raketin > razan
ku derê > ku da
axaftin > xeberdan
çilo > çitolî
hev re > hev ra
zarok > zar
kêvjar > beqa alîkî
hemû > gişkî - giştik
dayika min > dîya min
zebeş > kal vs vs vs

zêde dirêj nakim ev fikramine ku zimanê serhedê zehf xweş bû hema mixabin a niha tev bûye miş muş, bi hêvîya xelasbûna mişmuşa nav devê serhedê û kurdîyê da..

(admîn min nivisî paşê hat bîramin, ger navê mîjarê bibe devê serhedê û zimanê kurdî an jî zimanê kurdî vs devê serhedê spas)



01.08.2020 02:59 ~03:03 | doesntmatter