15. Min îsal Dashni Morad bi xêra tiwîtirê naskir. Ez mûzikên ku Dashni çêdike guhdar nakim ji ber ku ez ew cûre mûzik hes nakim. Lê dizanim ku Dashni jinek gelek zîrek e. Jibo mafê kurdan dixebite, aliyê penaberan dike. Bi kurtasi aktîvîstek hêja ye. Hewceya me bi jinên wek Dashni gelek heye. Em sibê heta êvarê bibêjin jin jiyan azadî jî heta ku ji vê hêşê rojhêlata navendî xelas nebin, nikarin çar bihust bi pêş ve biçin. Rast e kurd gelek teşqeleyan li paş xwe hêşt. Jinên kurd li hemû cihanê wekê şervanê azadîyê tên nasîn. Lê çima jin tenê wextê şer dike bi qîmet dibe? Di her xalê jiyanê da ku mafê jinê tinebî, çima ev qas kes dimirin? |
|
02.05.2020 12:10 |
rozerinbitlisi
|