Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rojen

profîla "rojen"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [devê xelkê ne doxîna diya min e ku girê bidim] de;

7. Ez li ser rîya malê bum ji kebanîye vedigeriyam. Sofîyekî deng da go ciwano ma tu fitarî? Min go ka ew çî axaftine ez ne ciwanim sed û not sal kiriye. Go ti ewqas pîr xwiyanake ka ti çi dixwe ti ciwan diminî? Mi go me sala par li erdê Dercinê haftê donim xwe çandibû pencî ton zad da bistê wê mi firot e mayî jî va salekê ez dixûm . Her toneke mi xwar amrê mi deh sal ciwan bu ez sisê tonê dî bixûm ezê hûnda bibim.
Berê xwe da alîyê dî go rojî li serê vî xistîye. Min go ez u rojî li hev rast hatin me lihev xist belkî çend derbê wî li serê mi ketin nizanim.
Go xwarzê ti beradayî diaxive, min go xaltî xeberdan tev beradayîne ku miriv qala xwedê neke. Hestir ji çavî wi hatin. Xeberdana paşî min jêre got ewbu kû deve te dişibe doxîna diyamin û ti dişibe jinapa min bedrîya.



03.05.2020 04:14 | rojen